Bi hezaran geştyar ji Rojhilat û Îranê serdana Wanê dikin

23-03-2022
RÛDAW
Geştyarên Îranî û Rojhilatê Kurdistanê di rêya deriyê sînorî yê Kapikoyê re diçin bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê. Wêne: AA
Geştyarên Îranî û Rojhilatê Kurdistanê di rêya deriyê sînorî yê Kapikoyê re diçin bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê. Wêne: AA
Nîşan Wan Bakurê Kurdistanê Geştyar Newroz Îran Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rûyê esnaf û dûkandarên Wanê van rojan dikene, ji ber ku betlaneya Newrozê ye û bi hezaran geştyaran ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê berê xwe dane wî bajarî.

Wan, bi saziyên fermî û dûkandaran ji geştyaran re amade ye û tê çaverêkirin heta 29ê Adarê rojane 5 hezar geştyar ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê serdana Wanê bikin.

Aycan Aşan, Rêvebera Firoşgehê dibêje, “Me ji demên pêş de amadehiyên xwe kirin û kampanya dan destpêkirin. Me berhemên li gor daxwaza wan anîn firoşgeha xwe.”

Li Wanê di otel û motelan de cih nemaye û hatina geştyarên ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê berdewam e.

Yunus Yuksel, Serokê Komeleya Geştyar û Otelan jî kêfxweşiya xwe bi serdana geştyaran bo Wanê nîşan dide û radigihîne, “Otelên me niha ji sedî sed tijî bûne. Ev hejmara zêde jî me kêfxweş kir. Lê ne diyar e ji sibe pê de çiqas geştyar werin. Em niha li ser wê difikirin, ku çawa pêşwaziya wan jî bikin.”

Geştyar bi roj li cihên dîrokî û geştyarî yên bajêr digerin û bi şevan jî tiştan dikirin, herwiha di şahiyên taybet ku bo wan tên organîzekirin demên xweş derbas dikin.

Xezel Hestami, geştyara Îranî dibêje, “Em ji bo Cezna Newrozê hatin. Em her sal ji bo betlaneyê tên Wanê.Wan gelekî nêzîkî me ye û ji bo kirîna tiştan guncav e. Em bi malbatî hatin, em ê hem tiştên xwe bikirin û hem jî kêfxweş bin.”

Deriyê Sînorî yê Kapikoyê ku girîngtirîn deriyê di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê (Tirkiye û Îran) de ye, ji ber vîrûsa Coronayê di 24ê Adara 2020ê hatibû girtin û 17ê Îlona 2021ê careke din hatibû vekirin. Çûnûhatina geştyaran di rêya vî deriyê sînorî re jî di 8ê Cotmeha 2021ê de destpê kiribû.

Ji 8ê Cotmeha 2021ê ve heya 31ê Kanûna 2021ê 16 hezar geştyaran ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê ve serdana Wanê kirine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst