Agir bi kampeke penaberên Rohingya ket: 50 hezar kes derbider bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Agir bi kampa penaberên Rohingya ya li başûrê Bangladaşê ket û di encam de 50 hezra kes derbider bûn, tê gotin ku 7 kes jî mirine, berpirsên Bangladeşê jî dibêjin, di çar rojan de ev agirê sêyem e ku bi kampê dikeve.

Agir bi yekê ji wan 34 kampan ketiye ku li ser paniya 3 hezar û 237 hektar zevî hatine çêkirin, agir bilez ji kontrolê derketiye û ji kampekê bo yên din hatiye veguhestin. Hê bi hezaran kes derbider in, bê xwarin û vexwarin mane, beşeke kêm pêre gehiştine çente û cilûbergên xwe ligel xwe bibin.

25ê Tebaxa 2017an ji ber êrîşên artêşa Myanmarê, 700 hezar Misilmanên Herêma Rohingya berê xwe dan Bangladeşê û niha Bangladeş zêdeyî yek milyon penaber li xwe digre, krîza derbiderbûna Misilmanên Rohingya yek ji mezintirîn krîz e di dîroka hevçerx de.