Mehdî Zana: Zavayê min bi Koronayê wefat kir

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedarê Kurd Mehdî Zana red kir ku bi vîrusa Koronayê ketibe û lê diyar kir ku zavayê wî bi wê vîrusê canê xwe ji dest daye.

Şaredarê berê yê Amedê Mehdî Zana ku niha li bajarê Stocholm ê Swêdê dijî, ragihand ku ew nûçeyên derbarê wî de belavbûna ku goya bi vîrusa Koronayê ketiye rast nînin.

Mehdî Zana ji Radyoya Kurdî ya Swêdê re axivî û aşkere kir ku di encama pişkinînan de derketiye ku ew tûşî Koronayê nebûye û dibêje, “Lêbelê hefteya derbasbûyî, hevjînê xwîşka min, Yaşarê zavayê me, bi vê nexweşiyê wefat kir. Xwîşka min jî 3 rojan li nexweşxaneyê ma, paşê derxistin, niha li malê dimîne.”

Mehdî Zana tekez jî dike, “Li gor pişkinînên pizîşkî, rewşa min a tendirustiyê gelek baş e. Ez jî xwe baş hîs dikim.”

Siyasetmedarê Kurd dibêje jî ew naçe cihên qelebalix û hewl dide xwe ji wê nexweşiyê biparêze.