John Kerry serdana Rûsya kir

Navenda Nûçeyan - Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry bi sedanekê gihişt Moskowê û biryare ligel Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov û Serokê Rûsya Vladimir Putin re bicive.

 

Îro çarşemî 23ê Adarê di çarçoveya serdaneke plankirî bo Rûsya de, Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry gihîşt bajarê Moskowê.

 

Biryar e di vê serdana xwe de, John Kerry ligel Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov û piştre jî ligel Serokê Rûsya Vladimir Putin bicive.

 

Tê pêşbînîkirin ku di hevdîtinên navbera Kerry û Lavrov de pêşhatên herî dawîn ê danûstandinên Jenêv-3 ên di navbera hikûmet û dijbereya Sûriyê de bên gotûbêjkirin.

 

Li gorî zanyariyên berdest, danûstandinên Cenêvê di navbera her du aliyên hikûmet û dijberiya Sûriyê de rastî astengiyên mezin hatine û bo rêvekirin li ber berdewamiya danûstandinan pêwîstî bi  destwerdana Amerîka û Rûsya heye, daku pêvajoya niha têk neçe.

 

Ji bilî hevdîtinên ligel Lavrov, biryar e ku Kerry li gel Serokê Rûsya Vladimir Putin jî bicive û kirîza Sûriyê pê re gotûbêj bike.

 

Piştî biryara Putin a derbarê vekişandina beşê sereke yê hêzên Rûsya ji Sûriyê de, Amerîkayê ragihandibû, ku Wezîrê Derve yê wî welatî John Kerry dê serdana Moskowê bike û derbarê kirîza Sûriyê de bi Putin û Lavrov re bicive.