Polîsê Beljîka eşkere kir: Yên Brûksel kirin gola xwînê, birayên hev bûne!

23-03-2016
RÛDAW
A+ A-

Brûksel (Rûdaw) – Derket holê ku 2 encamderên teqînên paytexta Beljîka-Brûkselê, xelkê wî bajarî û birayên hev bûne!

Polîsê Beljîkayê nasnameya encamderên teqînên duh ên Brûkselê eşkere kir. Li gorî agahiyên polîs, yek ji teqînên balafirgehê û teqîna stasiyona metroyê, xwekujî bûne û encamderên wan teqînan jî birayên hev bûne. Navê yekê Xalid û nayê yê din jî Îbrahîm bûye, her du jî li Brûkselê ji dayîk bûne.

Polîs diyar kiriye ku navê encamderê din jî Necm El Eşrawî ye lê kariye piştî teqînan bireve û nayê zanîn çûye kuderê.

Lê rojnameya almanî ya Bîld ragihandiye ku El Eşrawî derbasî Almanya bûye.

 

Di encama her sê teqînên duh ên Brûkselê de, derdora 30 kesî hatibûn kuştin û bi dehan kes jî birîndar bibûn.

 

Demek kurt piştî teqînan, DAIŞê ragihand ku teqînên Brûkselê ji aliyê endamên wê ve hatine kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst