Li Amerîka Newroz bi def û zirneyê hat pîrozkirin

 

New York (Rûdaw) – Li New York û New Jerseyê Kurdan bi def û zirneyê Cejna Newrozê pîroz kirin.

 

Cejna Newrozê ya li New Jerseyê bi rêzgirtina şehîdan û sirûda Ey Reqip a niştîmanî ya kurdan dest pê kir.

 

Di çalakiya pîrozbahiya Nwrozê de Serokê Komeleya Kurd û Amerîkan (Kurdish American Association) Atilla Taş wiha got: “DAIŞê dihesiband ku heger ew xwînê birijîne, dê Cejna Newroza kurdan neyê pîrozkirin. Em ji rika rêxistina terorîst a DAIŞê Newrozê pîroz dikin.”

 

Di pirozbahiyê de çend hunermendan stran gotin. Hunermenda ji Rojhilatê Kurdistanê Hozan Şehruz, Endamê Kardeş Turkuler ê berê Ozan Aksoy û hunermenda kurd Demet Arpacik ji bo beşdariyan çend stranên xwe pêşkêşkirin û herwiha di dawiyê de dihol û zirnê jî hatin lêdan.

 

Zêdetirî 300 jin, zarok û zilam bi cil û bergên xwe yên kurdî tevlî çalakiya Newrozê bûn û ligel stranên kurdî, dihol û zirnê govend girtin.

 

Ji xeynî Kurdan çend welatiyên amerîkî, tirk, ermenî û yên welatin din jî beşdarî pîrozbahiya şeva Newrozê bûn.

 

Herwiha Komeleya Pir Sultan Evdal a navenda wê li New Jerseyê jî piştgiriya çalakiya Newrozê kîr û çend elewî jî tevlî wê çalakiyê bûn.

 

Nameya Rêberê PKK Abdullah Ocalan a li Amedê ji aliyê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sirri Sreya Onder ve hatî xwendina jî hat nîşandan.