Hewlêr (Rûdaw) – Xelkê Almanyayê ji bo hiibijartinên Parlamentoya Federal a Almanyayê îro çû ser sindoqan.
Mijara serekî ya bangeşeyên partiyên siyasî diyardeya koçber û penaberan bû.
Behsa siyaseta Almanyayê ya li hemberî koçberan gelekî hat kirin. Biryar e bi encamên hilbijartinê re sîstema siyasî ya Almanyayê were guhertin.
Tê pêşbînîkirin ku encamên hilbijartinan bandoreke girîng li ser hevsengiya siyasî ya niha ya welêt bike û dê rê li ber avakirina hikûmeteke nû veke.
Germa kampanyaya hilbijartinê: Piştgiriya Elon Musk
Beşdariya karsazê Amerîkî Elon Musk a bi rêya vîdyokonferansê li çalakiyeke Partiya Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD) deng veda.
Piştgiriya Elon Musk, ji ber ku AfD helwesteke dijî-koçberan hildigire, hem siyasetmedar û hem jî raya giştî kir du beş.
Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz, beşdariya Musk wekî "provokasyon" bi nav kir û bertek nîşan da.
Mijarên sereke yên hilbijartinan: Siyaseta koçberan û aborî
Di vê hilbijartinê de mijara herî zêde hate nîqaşkirin siyaseta koçberan a Almanyayê bû.
Êrişên ku di demên dawî de çêbûne û girêdana van bûyeran bi koçberan re, li seranserê welêt bû sedema dilgiraniyeke zêde.
Her wiha divê were gotin ku rewşa aborî jî di nava mijarên sereke de cih girt.
Sala 2023yan hilberîna navxweyî ya giştî ya Almanyayê ji sedî 0,3 kêm bû û di çaryeka duyem a 2024an de jî ji sedî 0,2 daket.
Ev kêmbûna aborî bû yek ji faktorên sereke ku bandor li dengdêran kir.
Gelo dê kî bibe şêwirmend?
Li Almanyayê, yek ji namzedên herî xurt ên ji bo şêwirmendiyê, Serokê Yekîtiya Demokrat a Xirîstiyanan (CDU) Friedrich Merz e.
Li gorî rapirsiyan dengê CDUyê ji sedî 30 e.
Serokê CDUyê Merz, berevajî Angela Merkel, sozê dide ku siyaseteke gelekî tundtir a koçberiyê bimeşîne.
Her wiha îdia dike ku dê di nav çar salan de pirsgirêkên aborî yên Almanyayê çareser bike û welêt bike pêşengê Ewropayê.
Li aliyê din, Seroka Partiya Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD) Alice Weidel hêvî dike ku partiya wê ji sedî 20ê dengan bistîne.
Weidelê di kampanyaya xwe de got, "Eger ez bibim şêwirmend, karê min ê yekem dê girtina sînoran û vegerandina koçberên bêqanûnî be."
Gotinên AfDyê yên li dijî koçberan, di nav dengdêrên rastgir de piştgiriyeke cidî dibînin lê belê, ev helwest ji aliyê gelek derdoran ve tê rexnekirin.
Serokê CDUyê Merz bi awayekî zelal diyar kir ku ew dê bi AfDyê re ti koalîsyonan ava nekin.
Avakirina hikûmeta nû: senaryoyên koalîsyonê
Li Almanyayê tê payîn ku ti partî bi serê xwe nikare ji sedî 50yî zêdetir dengan bistîne, lewma danûstandinên koalîsyonê piştî hilbijartinan wekî tiştekî neçarî tê dîtin.
Li gorî amarên rapirsiyên niha, rêjeya dengan a partiyan bi vî rengî ye:
- Yekîtiya Demokrat a Xirîstiyanan (CDU): ji sedî 30
- Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD): ji sedî 20
- Partiya Sosyal Demokrat (SPD): ji sedî 16
- Partiya Keskan: ji sedî 13
- Partiya Çep: ji sedî 7
Senaryoyên koalîsyonê yên derdikevin pêş ev in:
- CDU + SPD
- CDU + SPD + Partiyan Keskan
- CDU + Partiya Keskan + Partiya Demokrat a Azad (FDP)
- CDU + SPD + FDP
- SPD + FDP + Partiya Keskan
Hemû partî tekez dikin ku dê bi AfDyê re koalîsyonê pêk nînin. Li Almanyayê hikûmeta berê ji koalîsyona CDU, Partiya Keskan û FDPyê pêk dihat ku wekî "Koalîsyona Çiraya Trafîkê" dihat zanîn.
Tê texmînkirin ku avakirina hikûmeta nû dibe ku hefteyan û heta mehan berdewam bike lê belê, mijara sereke ew e ka dê li ser siyaseta koçberî û aboriyê çi rêkeftin bên kirin.
Almanya, piştî encamên hilbijartinan bi avahiya xwe ya nû ya siyasî, dibe ku hem di siyaseta hundir û hem jî ya derve de bikeve pêvajoyeke guhertinên cidî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse