RÛSYA - Malbateke Kurd a Êzidî: Ne zimanê xwe ne jî ola xwe didin jibîrkirin

23-02-2024
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Malbata Kurd a Êzidî/Wêne: Rûdaw
Malbata Kurd a Êzidî/Wêne: Rûdaw
Nîşan Kurdên Êzidî Rûsya Kurdî
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Malbata Dawîdê Qulîxan ê Pîrozî yek ji wan malbatên Kurdên Êzidî ye ku salên 70yî, ango beriya hilweşîna Sovyetê ji Tîflîsa paytexta Gurcistanê koçî Rûsyayê kiriye.

Çendîn sal in ku ew li gundekî nêzî Moskowê cîwar bûne.

Ji berhemên Qulîxanê Memed di nava civaka Kurd de herî zêde portreyên Ehmedê Xanî, Cegerxwîn û Barzanî tên naskirin.

Portreya Melîk, an jî Şah Mehmûd Berzencî jî, beriya ku hunermend koça dawî bike, li ber destê wî bûye.

“Bavê min dest bi portreya Şêx Mehmûd Berzencî kir lê emrê wî têrî nekir”

Şêwekar Dawîd Pîrozî diyar kir “Bavê min dest bi portreya Şêx Mehmûd Berzencî kir lê wisa jî nivco ma.

Emrê wî têrî ne kir. Niha deynê min e ku ez vî şixulî berdewam bikim.

Lê ne ku tenê şixulê wî yê hunermendiyê berdewam bikim, herwiha mala xwe, malbata xwe, ocaxa xwe jî bi hemû nêrîtên kurdewarî divê berdewam bikim.

Bi taybetî zimanê xwe, adetên xwe biparêzim û jiyana Kurdewarî di mala xwe de bidime dewamkirin.”

Di vê malbatê de kultura sê neteweyan di nav hev de xwe didin der; Kurdî, Gurcikî û Rûsî.

Axaftina bi her sê zimanan jî li vê malê tê bihîstin.

Lê qedirê Kurmancî bilind tê girtin û baweriya Êzidîtiyê jî tê parastin.

“Heta ji destê me tê em li zimanê xwe xwedî derdikevin”

Mamoseteya muzîkê Yana Pîroziyê got “Îca nevî jî ji me re bû. Em bi zimanê xwe xwedî dikin, em pê re diaxivin.

Êzidîkî fêm dike lê hêdî hêdî xeber dide, rastî bêjim çimkî em li Rûsyayê ne ku diçin bi Rûsî xeber didin.

Lê çiqasî em dikarin, em xwedî li zimanê xwe derdikevin. Li malê em bi Êzidîkî xeber didin. Çiqasî em dikarin em bi Êzidîkî xeber didin.

Dixwazim wekî her du zarê min jî dema ku mezin bibin û êdî kalik-pîrik bibin jî divê li zimanê xwe xwedî derkevin.”

Yana xanima mlxweya malê du kur mezin kirine û nehîştiye ku ew zimanê xwe û dînê xwe ji bîr bikin.

Kurekî xwe zewicandiye û jê re bûkeke Êzîdî û Kurmancîaxêv aniye.

“Niha ez dixwazim zarê xwe jî hînî zimanê xwe bikim”

Bûka malê Înessa Pîroziyê wiha anî ziman, “Ji min re zehfî zor bû çimkî ez bi Rûsî hîn dibûm, diçûm mektebê.

Lê bavê min her gav digot, 'Çaxê hûn diçin kuçeyê bi Rûsî biaxivin lê çaxê hûn tên mala xwe ocaxa xwe, lazim e bi Kurmancî xeber bidin.'

Niha ez dixwazim zarê xwe jî hînî zimanê xwe bikim. Çima? Çimkî divê em xwedî li zimanê xwe derkevin.”

Herçend qanûn bi her cureyî derfetê bidin jî roja îro li ti herêmeke Rûsyayê perwerdeya bi zimanê Kurdî nayê dayîn.

Di van mercan de, Înessa mîna dayîkeke ciwan, carinan bi xwendina çîrok û folklora Kurdî û carinan jî bi strangotinê hewl dide kurê xwe yê 3 salî di cîhaneke Kurdewarî de mezin bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst