Li Spanyayê agir bi avahiyekê ket: 4 mirî, gelek winda û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Valenciayê yê Spanyayê agir bi avahiyekê ket.

Di şewatê de 4 kesan canê xwe ji dest da, 14 kes birîndar bûn û 19 kes jî winda ne.

Rayedaran da zanîn, agirê ku şeva borî dest pê kiriye hatiye vemirandin lê heta niha jî peywirdar neketine hemû daîreyên avahiyê.

Li gorî agahiyan, heta niha termên çar kesan hatine dîtin û 6 ji birîndaran xebatkarên agirvemirandinê ne.

Li hêla din, li Valenciayê 3 roj şîn hat ragihandin.

Heta niha jî sedema şewatê nehatiye diyarkirin.