Almanya: Fermandarekî milîsên Hikûmeta Sûriyê hat darizandin

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeheke Almanyayê cezayê heta heta da fermandarekî milîsên hikûmeta Sûriyê, bi navê Muwefeq Dawê yê 57 salî.

Dawê, bi sûcê li dijî mirovahiyê hate tewanbarkirin, dadgehê got di sala 2014 de ew fermandarê serbazî yê rêxistina filistînî ya bi navê Filistîna Azad bû, li Şamê wî 7 kes li Muxeyem Yermûk kuştine, her wiha wî gelek kes di Mexeyem Yermûk de birçî hîştine, her wiha gelek kes jî îşkence kiribûn.

Muwefeq Dawê, bi eslê xwe Filistînî ye, berî ku bibe fermandarê hêzên çekdar û opozîsyonê bikuje, necarê bêtonê bû ye, her wiha gelek caran gelek sûc kirine û li Sûriyê ketiye zindana Adra jî.

Muwefeq Dawê di sala 2021an de li Almanyayê hatibû girtin, piştî ku gelek kesan ew nas kiribûn û lê gilî kiribûn.