Zanyarekî Sûrî bi tometa hevkariya bi CIA re hatiye darvekirin

23-02-2021
RÛDAW
Nîşan Joby Warrick Xeta Sor Zanistê Sûrî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rojnamevanekî Amerîkî yê bi navê Joby Warrick di pirtûka xwe de ku bi navê Xeta Sor (Red Line) belav kiriye û têde behsa Sûriyê dike û dibêje  zanyarekî Sûrî di warê çekên kîmyewî de, 14 salan ligel istîxbarata Amerîka CIA yê kar kiriye û zanyarî daye wan.

Rojnamevan Joby Warrick dibêje, ew zanyarê Sûrî bi dirêjahiya 14 salan, hemû zanyariyên di derbarê programa çêkirina çekên kîmayewî û gaza Sarîn de yên li cem Sûriyê yên nehênî dane îstîxbarata Amerîkayê.

Li gor rojnamevan Warrick, dema ku ew zanyarê Sûrî ji bo karekî çûye Ewropa, pêwendiya wî bi berpirsekî CIA re çêbûye.

Sala 2001 hatiye eşkerekirin û ji aliyê hêzên emnî yên Sûriyê ve hatiye girtin û piştre hatiye îdamkirin. Warîk dibêje, istîxbarata Amerîka xiyanet li wî kir û xwedî lê derneketiye.

Rojnamevanekî Amerîkî Joby Warrick pisporê Rojhilata Navîn û asayîşa niştimanî ye.

Pirtûka bi navê Xeta Sor (Red Line) li ser El Qaîde û DAIŞ nivîsandine û têde behsa Sûriyê dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst