Civînên Astanayê dest pê kirin

Astana (Rûdaw) – Li Astanaya paytexta Kazakîstanê, bi armanca çareserkirina krîza Sûriyê hevdîtinên di navbera şanda hikûmeta Sûriyê û dijbereya vî welatî de dest pê kir. Di civînê de nûnerên kurdan jî amade ne.

 

Hevdîtinên Astanayê, ku di bin garantoriya Tirkiye û Rûsyayê de tên sazkirin, îro dest pê kir. Tirkiye, Rûsya, Îran û Kazakîstan weke mêvan beşdarê civînan dibin û Amerîka jî çavdêriyê dike.

 

Rojeva sereke agirbest e

 

Serokê Şanda Dijbereya Sûriyê Mihemed Elûş ji Rûdawê re ragihand; “Di civînên îro de rojeva sereke berdewamkirina agirbestê û herwiha azadkirina girtiyan e. li ser mijarên din nayê gotûbêjkirin.”

 

Elûş herwiha got; “Acendaya guftûgoyan tenê li ser mijarên serbazî ne, em ê behsa rawestandina şer bikin. Lewma niha behsa pirsgirêkên siyasî û çareseriyên wan nakin.”

 

 

 

 

 

Hevdem Cîgirê Serokê Îtîlafa Dijbereya Sûriyê Ebdulhekîm Beşar jî diyar kir, ragihandina agirbestê di berjewendiya kurdan de ye û got; “Em ji bow ê yekê kar dikin da ku nûnerê me yê leşkerî di nav dijbereyê de hebe.”

 

Beşar balkişande ser wê yekê, ku di hema şerê navxweyî yê 6 salan de ev yekemîn car e ku şandên hikûmet û dijbereya Sûriyê li ser mêzekî dicivin.

 

3 serkirdeyên kurd beşdar dibin

 

Di hevdîtinên Astaneyê de 3 serkirdeyên kurd amade ne. Cîgirê Serokê Îtîlafa Dijbereya Sûriyê Ebdulhekîm Beşar, Serokê Eniya Nîştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro û Endamê ENKSê parêzer Derwêş Mîrkan.

 

PYD û YPG ji bo beşdarbûna hevdîtinan gelek hewldan kirin lê ji ber Tirkiyê ev yek bi tundî red kir, nehatine vexwendin. Li hember vê daxwazê Rûsya û Îranê jî bêdeng man.

 

 

 

 

 

Di hevdîtinan de Nûnerê Teybetî yê Neteweyên Yekgirtî ji bo Karûbarên Sûriyê Stephan de Mîstûra û Balyozê Amerîkayê li Kazakîstanê George Croll jî amade ne.

 

Herwiha Wezîrê Derve yê Kazakîstanê Kayrat Ebdulrehmanov jî got; “Piştrast im, hevdîtinên Astanayê ji bo çareseriya krîza Sûriyê dê bibe bingeheke baş.”

 

Ebdurehmanov balkişande ser bê alîbûna welatê xwe û got; “Ezmûnên me yên mezin hene ku di encama hewldanên vê derê de aramî vegeriyaye gelek welatên herêmê.”