Plana Diyasporaya Kurdan a li Brîtanyayê ya sala 2025an

Birmingham (Rûdaw) - Di demekê de ku Brîtanya di çend salên borî de zêdetir di medyaya cîhanî û Kurdî de bi krîza koçberan û pirsgirêkên wan ên qanûnî tê nasîn lê rastiyeke girîng a vî welatî ew e ku yek ji navendên herî bibandor ê diyasporaya Kurdan e.

Piştî Almanyayê, Brîtanya duyem mezintirîn civaka Kurdî li Ewropayê li xwe digire.

Rûdaw li bajarê Birminghamê ku yek ji navendên herî girîng ên diyasporaya Kurdan li Brîtanyayê ye, li gel hejmarek kesayetî û pisporên navdar ên Kurdên Brîtanyayê civiya û rewşa niha û paşeroja Kurdên Brîtanyayê gotûbêj kir.

Mêvanên vê gotûbêjê ev in:

Mihemed Celal Berzencî - Serokê Komeleya Kurdên Brîtanyayê

Nizar Weys - Parêzer û Pisporê Yasayî

Şewbo Mihemed - Pispora Ziman û Perwerdeyê

Dr. Îdrîs Bedirxan – Lêkolîner li Zanîngeha Oxfordê

Awat Dergeleyî - Pisporê Diyaspora Kurdî li Brîtanyayê

Ev diyaspora ne tenê di warê aborî û civakî de bandorê li civaka Brîtanî dike lê pireke girîng a pêwendiyê di navbera Brîtanya û Herêma Kurdistanê de ye jî.

Piraniya endamên vê civakê xwedî pîşe û bawernameyên bilind in û bandoreke wan a rasterast li ser jiyana xelkê heye xasma li Başûrê Kurdistanê û vê dawiyê li beşên din ên Kurdistanê jî.

Hêmin Ebdulah: Mamoste Mihemed, di heyama vê salê de, di rewşa Kurdên Brîtanyayê de çi hatiye guhertin?

Mihemed Celal Berzencî: Pêşî, bi xêr hatina cenabê we û wê tîma bedew a ku hatiye, dikim. Bi rastî girîngîdana we bi diyasporaya Kurdan nemaze li Brîtanyayê, cihê rêz û spasdariya me ye. Eger were bîra te, sala borî zehmetî û astengiyên me li ser wê yekê bûn ka koçberên Kurd ber bi kû ve diçin, ber bi kîjan welatî ve tên dersînorkirin, gelo ber bi Rwandayê ye yan welatê wan e ku Herêma Kurdistanê yan jî her sê parçeyên din ên Kurdistanê ne.

Çend kesên me xeniqîn, çend kes li ser rê ne, gelek nerehetî û dudiliyên me hebûn. Mixabin di wê demê de xema penaberan ew bû ku neyên dersînorkirin, xema wan ew bû ku nikarîbûnn şevê li malên xwe razin.

Lê piştî wê guherîna mezin ku di sîstema hikumdariyê ya vî welatî de qewimî, Partiya Karkeran hatiye ser desthilatê, ez dikarim bibêjim ku deriyekî baş ji bo hemû kesên ku ne Brîtanî ne yan jî ji derveyî Brîtanyayê tên û li vir dijîn, vebûye. Ji bo penaberan jî bi heman awayî, vêga ev nermtir in. Gefên ku hikûmeta berê li penaberan dixwarin, ev nermtir pê re tevdigerin, nermtir bi rewşan re tevdigerin. Bandora van zêdetir e li ser wê yekê ku dixwazin derfetên kar li vî welatî zêdetir bibin.

Gelek kesên baş dosyeyên wan bi lez hatine çareserkirin û di gel wê jî yên ku dosyeyên wan nehatine çareserkirin û şeş meh heya salekê di ser hebûna wan li vî welatî re derbas bûye, niha dikarin li vî welatî kar bikin, mafê karkirinê bi wan tê dayîn ku ev yek berê hinekî zehmettir bû. Derbarê me bi xwe wekî Kurd, em di nav Kurdên xwe de bi rastî sala borî û Komeleya Kurdî ya Brîtanyayê, xewna me ew bû ku em hin platforman ava bikin û bikaribin beşên cuda di hundirê platformekê de kom bikin. Dikarim bibêjim em dilxweş in ku me kariye platforma perwerdeyê ji bo mamosteyên Kurd li welatê Brîtanyayê ava bikin, yên ku zimanê Kurdî hîn dikin.

Hêmin Ebdulah: Ev hemû îsal qewimîn?

Mihemed Celal Berzencî: Erê, hemû îsal qewimîn. Wekî cenabê te got, lê di vê salê de me karî platformên tenduristiyê ji bo doktor û karkerên NHSyê ava bikin da ku li wir kom bibin. Di mehên 1, 2 û 3yan de konferansên van platforman hene.

Her wiha em ji bo platformên din jî hewl didin. Me platforma bazirganiyê ava kiriye û bi heman rengî di meha yekê de konferansa wan heye. Em hevahengiyeke baş di navbera bazirganên Kurdistanê û yên vir de çêdikin da ku bikarin têkiliyekê di navbera wan de ava bikin. Me platformeke din jî ya mirovî ava kiriye.

Armanca me ew e ku ciwanên me û xelkê me li vî welatî tenê di warên - bila em bibêjin astnizm de- kar nekin. Em dixwazin vê derfeta ku Partiya Karkeran peyda kiriye, bi rêya wan û hikûmetên xwecihî bikar bînin da ku kesên me yên baş hebin.

Em dixwazin kesên baş bişînin pêş û di hilbijartinên parlamentoya Brîtanyayê de beşdar bibin. Bi rastî ev xewna me ye û me li ser vê kar kiriye. Her wiha em dixwazin bi rêya encumenên xwecihî jî karibin kesên baş bişînin pêş û hejmara endamên me yên encumenê bi serbilindî ji niha bi şûn de zêdetir bibe li Brîtanyayê.

Hêmin Ebdulah: Ez dixwazim em paşê zêdetir li ser vê yekê biaxivin ka ev plan dê çawa werin bicihanîn. Xewn in lê mekanîzmek ji wan re divê. Kak Awat, tu jî wer dibînî ku bi rastî ku niha Partiya Karkeran hatiye, ango divê em serê xwe deynin ser balîfê û rewşa Kurdên Brîtanyayê gelekî baş e, wisa ye?

Awat Dergeleyî: Erê, pêşî ez jî spasiya we dikim ji bo vê bernameyê. Bi rastî, eger em li Partiya Karkeran binêrin ku niha hatiye desthilatê yan jî her partiyeke din li Brîtanyayê, mirov dikare ji du nerînan ve mijarê şirove bike. Ya yekem ew e ka gelo li Brîtanyayê Partiya Karkeran ji bo Kurdan çêtir e yan Parêzgar.

Bi nêrîna min ev mijarek e ku dibe ku nirxandin an berawirdkirina wê hinekî ne hêsan be, ji ber ku gelek kêmîneyên neteweyî yên din li Brîtanyayê hene. Siyaseteke taybet û dariştî ji bo hemû kêmîneyên neteweyî tune ye dema ku hizbek tê ser desthilatê. Lê wekî mamoste got, beşeke herî mezin rast e, bûyerên ku piştî hatina Partiya Karkeran bo desthilatê, guhertin xuya ne.

Mijara Rwandayê bi dawî hatiye û li hember vê yekê niha vê hikûmetê li gel welatên din, Kurdistan û Îraqê jî di nav de, li ser çareserkirina krîza hatina koçber û penaberan li hev kiriye. Lê aliyekî din ew e ku Brîtanya bi awayekî sîstematîk, welatekî dezgehî ye ku demokrasî bilindtirîn desthilat e tê de. Her kesî mafê wê yekê heye ku bibe beşek û beşdarî proseya siyasî li Brîtanyayê bibe, ku ev jî bi xwe derfetek e ji bo Kurdên me jî. Derî hatiye vekirin ku cihê destxweşiyê ye. Di heman demê de handana me ye, nexasim nifşê yekem ku hatine Brîtanyayê, li ser wê bingehê ku nifşên me yên bê zêdetir balê bidin ser xwendin û karên bilind, da ku em bikaribin diyasporaya Kurdî û neteweya Kurd baştir li Brîtanyayê li ser asta berawirdkirina bi neteweyên din re bidin nasîn û bikaribin bandora me hebe. Lê ji nêrîneke din ve, eger em behsa Kurd û Kurdistan û Herêma Kurdistanê bikin, bi nêrîna min Brîtanya bi rengekî giştî û Partiya Karkeran têkiliyeke wan a baş bi Herêma Kurdistanê re heye.

Ji hemûyî dilxweştir û baştir ew e ku rêz li hebûna Herêma Kurdistanê tê girtin wekî herêmeke federal ku cihê destxweşiyê ye. Di heman demê de pêwîstî bi piştgiriya zêdetir heye. Serdana vê dawiyê ya wezîrekî bilind ê hikûmeta Brîtanyayê bo Herêma Kurdistan û Îraqê, her çiqas mijar zêdetir ji bo têkiliyên baştir û lihevkirina li ser mijara penaberan bû, lê mayîna vî wezîrî li Herêma Kurdistanê û gera li nav bajarê Hewlêrê û cihên din ên Herêma Kurdistanê, bi baweriya min, ji bilî dîtina Herêma Kurdistanê, peyameke din e ku ji me re dibêje têkiliyeke wan a baş bi Herêma Kurdistanê re heye.

Hêmin Ebdulah: Ango tu dibêjî heke Partiya Parêzgaran bûya ev yek nediqewimî?

Awat Dergeleyî: Têkiliyên Partiya Parêzgaran jî bi heman awayî hebûn lê ya ku cihê destxweşiyê ye ji bo me û ya ku me têbînî kiriye, di nav Partiya Karkeran de derketina Kurdan zêdetir e. Wekî mamoste got, zêdetirî 35 endamên şaredariyên me hene ku niha hatine tomarkirin.

Hêmin Ebdulla: 35 endamên şaredariyan li Brîtanyayê, hemû jî ser bi Partiya Karkeran in?

Awat Dergeleyî: Ji van ji sedî 95 ser bi Partiya Karkeran in. Di heman demê de jî, bila ji bîra me neçe ku cara yekem e di dîroka Kurdistanê de di nav Partiya Karkeran de kesekî Kurd vêga wezîr e, ku ev jî Kurdê Bakur e. Bi rastî nabe ev yek neyê dîtin. Ez dikarim bibêjim ku her du hizb jî piştgiriyeke baş a Herêma Kurdistanê dikin û têkiliyeke wan a taybet bi Herêma Kurdistanê re heye.

Lê ya ku cuda ye li Partiya Karkeran, bila em bibêjin ji aliyê nêrîna îdolojîk ve cuda ye, ji ber ku partiyeke çep a navend e yan ji aliyê çep ve li navenda mijaran li rewşê mêze dike. Ya girîng ew e ku ew Herêma Kurdistanê ji mêj ve nas dikin. Ji bîra me neçe ku dîroka Tony Blair dîrokeke kevn e li ser Partiya Karkeran.

Hêmin Ebdulah: Bila em li ser diyasporaya Kurdî zêdetir bisekinin. Kak Nizar, tu parêzer î, niha ya ku me ji mamoste Mihemed û Kak Awat jî bihîst, rewş baştir bûye. Partiya Karkeran hatiye, mijara Rwandayê nemaye. Ez hest dikim eger rewş wiha be, divê karê te nemabe niha, ne wisa ye?

Nizar Weys: Erê, pêşî ez bixêrhatina we û bernameya we dikim. Ez spasiya Kak Mihemed û Kak Awat dikim. Helbet ew ji çarçoveyekê li bernameya vê partiyê dinêrin, lê ji çarçoveya yasayî ve, sozdarî tê de nîne. Her wiha ev daketiye nav sîstema desthilatê li vir, ne sozdarî ye. Her hizbek were ser desthilatê, bername û programa xwe heye ji bo guherînê û anîna hin projeyan.

Di vê dem û gavê de ku zêdetir çepgir di bin zexta rastgiran de ne û zêdebûna hejmara penaberan û girîngiya ku bi penaberan tê dayîn, pirsgirêkek çêkiriye ji bo wê partiya ku tê ser desthilatê. Hewl didin bi awayekî ji awayan hejmara penaberan kêm bikin. Ev soz her ji destpêkê ve hebûn. Rêje gihiştiye wê yekê ku penaber ne tenê penaberê neyasayî ne, penaberên me yên yasayî jî hene. Rêje îsal gihiştiye ser milyonekî ku ev li ba van nayê qebûlkirin.

Lewra fişareke mezin li ser Partiya Karkeran hebû. Bê guman, yek ji karakterên ku di nav Partiya Karkeran de bû, David Blunkett bû ku wê demê wezîrê navxwe bû. Yek ji wan wezîran bû ku herî zêde penaber vegerandine û heta niha jî, her Partiya Karkeran bi wê yekê tê naskirin ku herî zêde penaberan vedigerîne. Digel vê jî, mekanîzma lezkirina karên wan li ser penaberan heye. Her mînaka vê dawiyê jî ew têkilî bû ku bi Hikûmeta Herêmê re ava kirin, têkiliyek ku ji aliyê yasayî ve nikarin belav bikin, ji ber ku mijarên emnî û yasayî yên din hene û nebûye protokolek, loma têkilî hatiye girêdan.

Hêmin Ebdulah: Karên we wekî xwe mane, hîn jî pirsgirêkên zêde ji aliyê yasayî ve hene?

Nizar Weys: Ez zêdetir di warê penaberiyê de kar nakim, ez di warê sûcan de kar dikim. Li vî welatî jî ne tenê Kurd in ku sûcan dikin, helbet neteweyên din jî sûcan dikin.

Hêmin Ebdulah: Ez dixwazim em paşê li ser vê rawestin, çimkî me belgefîlmek ji bo karekî her ji bo diyasporê aniye vir. Berî demekê mamoste Mihemed mêvanê me bû li bernameyê, got di nav mehekê de gelek kesên Kurd jiyana xwe ji dest daye. Niha em hatine çend rojan li vir dimînin, dê di bernameyên bê de bê belavkirin. Lê li kêlekê me mijara sûcê jî dît. Yekî ji me re got ku di yek ji girtîgehên vir de bajarek e çil Kurd tê de dîtine ku hijmareke gelekî mezin e ji bo diyasporayeke bila em bibêjin ne gelekî mezin e, li gor Brîtanyayê. Ez dixwazim paşê em zêdetir li ser vê rawestin. Kak Doktor, berî ku em dest bi vê bernameyê bikin, te tiştek ji min re got ku bi rastî gelekî balkêş bû. Awayê fikirîna Kurdan li vir çawa ye, çawa dijîn, çi dikin, dixwazin kursiyên encumenê wergirin an çêtir e bi awayekî din kar bikin ku bandora wan zêdetir be? Ji kerema xwe vê mijarê ji min re zelal bike.

Dr. Îdrîs Bedirxan: Erê, spas ji bo pêşwazîkirinê û vê bernameyê, spasiya Kak Mihemed dikim, bi rastî ev pirseke pir girîng e. Ez ne ji demeke dirêj ve li vir im, lê ez gelekî geriyame û me gelek kes dîtine, bi taybetî di warê pîşesaziyê de, endazyar, doktor û kesên din jî. Lê bi rastî, ya ku ez dibînim, hîn jî fikirîneke me ya pêşketî nîne. Piraniya xelkê me xwe wekî mêvan dibînin û dibêjin em ê rojekê vegerin welatê xwe. Rast e rojekê em ê vegerin, lê cîhan biçûk bûye.

Ez dibêjim ne tenê xelkê vir, xelkê welatê me jî dikarin bên li vir kar bikin û pîşesaziyê bikin, ne tenê ji bo bidestxistina pereyan. Ev welat gelekî pêşketî ye, sîstema wî pêşketî ye, ji aliyê zanistî û pîşesaziyê ve jî pêşketî ye. Bila bên li vir kar bikin, sîstemê fêr bibin.

Xebînet, derfetên ku li ber destê gelê me ne li diyasporayê baş bi kar nayên. Her tişt ne pere ye, karekî bê bingeh e. Yanî tiştekî te hebe, bila em bibêjin kameraya ku tomar dike yan otomobîla ku tu diajoyî, te otomobîlek kiriye û li malê daniye û bi kar nayînî. Kamîran Bedirxan li Parîsê malek kirî, ew mal niha bûye mala Kurdan.

Nûneratiyeke baş dike. Yanî her tiştê te heye divê tu bi kar bînî. Mixabin derfetên ku di destê Kurdên diyasporayê de hene, gelekî kêm tên bikaranîn. Lê ez bawer im ku ji vir û pê ve ev dê bê guhertin, ango çavê xelkê zêdetir tê vekirin.

Hêmin Ebdulla: Min di destpêka bernameyê de jî got, tu li Zanîngeha Oxfordê kar dikî, Oxfordê pêgeheke xwe ya taybet heye. Lê em tenê behsa karê akademîk nakin li vir. Ez dixwazim bizanim hêza mirovî ya Kurdî ya akademîk û warên din, wekî endazyar bo mînak, çiqas mezin e li Brîtanyayê?

Dr. Îdrîs Bedirxan: Bi rastî ne pir mezin e lê ez dikarim bibêjim ku endazyarên me yên Kurd hene, nexasim ji Rojhilat. Em dizanin zanîngehên Rojhilat û Îranê baş in, lê hîn jî ne bi wê radeyê pêşketî ne. Dema em dabaşa serkeftinê dikin, bo mînak wekî Dubeyê, min 10 salan di warê akademîk de li Ebû Zebiyê kar kiriye. Dema tu dibêjî cihek serkeftî ye, divê tu li çend aliyan binêrî: Zanîngehên wan çiqas pêşketî ne, pîşesazî û kompaniyên wan çawa ne.

Bo mînak Îmarat, zanîngehên wan di rêza 50-60î de ne. Li vir li Brîtanyayê, Kurdên me karê endazyariyê dikin, di van avahiyên mezin de jî endazyarên me yên Kurd hene. Projeyan ji bo Amerîka, Ewropa û Kurdistanê jî bi cih tînin. Lê divê ev zêdetir pêş bikeve. Mixabin, carekê civînek hat sazkirin, wekî Kak Mihemed behs kir, lê li vir xelk mijûlî sîstemekê ne, piraniya wan wek xwebikarxer (self-employed) kar dikin, zêdetir dema wan heye lê endazyarekî ku ji bo kesekî din kar dike, dema wî pir kêm e.

Ez bîst kesan nas dikim ku dema ez endazyar bûm di 98-99an de, niha jî karê akademîk û pîşesaziyê dikim. Eger tu endazyarê şaristanî yan avahîsaziyê bî, divê tu li meydanê bî, sîstemên nû bizanî. Pêşniyara min ew e, ev kesên me yên serkeftî dikarin pêşwaziya xelkê bikin û rê nîşan bidin. Kurd çawa serkeftî bûne, bila qala mînakên xwe bikin.

Ez bawer im ku ev dê bibe rêbereke baş ji bo hemû Kurdên din, bi taybetî ciwanên me. Divê her hefteyekê pêşwaziya ciwanan were kirin. Ciwanek dibêje "bila ez bibim doktor, li Brîtanyayê doktor sê hezar poundan distîne, çima ez otomobîlan bi sê hezar poundan bifiroşim?" Ev fikirîneke şaş e. Her tişt ne pere ye - dema tu dibî doktor, tu dikarî bandorê li ser jiyana xelkê bikî. Tu dikarî hem doktor bî û hem jî otomobîlan bifiroşî.

Hêmin Ebdulah: Şewbo xanim, ya ku niha Kak Doktor jî behs kir. Ez dixwazim wekî xaleke gotûbêja me be. Paşê jî li ser paşerojê, diyasporaya Kurdî li vir û li her derê tenê wê demê dimîne ku zarokên me Kurdî bizanin. Divê zimanê xwe ji bîr nekin, çanda xwe ji bîr nekin. Li Amerîkayê Îtalî hene, Îtalî-Amerîkî ne, lê zimanê xwe nizanin. Hin nerîtên wan ên çandî hene, tu dizanî ev wiha bûn lê heliyane. Îsal çi hat kirin ji bo ku em li vir nehelin? Ew rêbaza ku hûn li ser diçin ji bo fêrkirina Kurdî, tenê Soranî fêr dikin an Kurmancî jî heye?

Şewbo Mihemed: Soranî zêdetir tê berçavkirin û tê gotin, ji ber ku hejmara mamosteyên ku zimanê Kurmancî dizanin kêm in. Di bernameya me de heye ku zimanê Kurmancî jî bê gotin, lê niha li gorî pêwîstiyê kar ji bo Kurmancî nehatiye kirin, zêdetir Soranî ye. Di bernameya me de heye ku em zêdetir pêş bixin ku mamosteyên zimanê zaravayê Kurmancî perwerde bikin û peyda bikin û dersên Kurmancî jî bên gotin.

Ji ber ku li ser asta Brîtanî, dema em behs dikin, şaredarî dibêjin "baş e, ma zimanê Kurdî tenê Soranî ye?" Me jî got na, Kurmanciya me jî heye, lê ji ber nebûna hejmara pêwîst a mamosteyan me nekariye wê xizmetguzariyê di nav dibistanan de bi cih bikin.

Hêmin Ebdulah: Dema ku Partiya Karkeran hatiye ser desthilatê, tu guhertin çêkiriye da ku ji bo we hêsantir be hûn dibistanan vekin?

Şewbo Mihemed: Zêdetir divê em li ser asta şaredariyan biaxivin. Li hin şaredariyan Partiya Karkeran serdest e, wekî mînak li Londonê, li şaredariya Islingtonê. Partiya Karkeran li wir serdest e û girîngiyeke mezin bi zimanê dayikê tê dayîn. Bi rastî li wir tewra tibabeke pereyan a salane jî ji bo wan kesên ku zimanê dayikê dibêjin hatiye dabînkirin.

Ev jî li ser destê Partiya Karkeran e. Eger em bidin ber şaredariyên din, em bi rêya platforma perwerdeyê ne tenê girîngiyê bi zimanê dayikê û zimanê Kurdî didin, lê em hewl didin ciwanan ber bi xwendinê ve bibin. Em dixwazin wan ji wan karên neyasayî dûr bixin ku niha dikin. Dibe ku ji bo demeke kurt baş bin lê di demên dirêj de zirareke mezin didin wan.

Peyama min ji bo ciwanan heye, me tewra kursên Îngilîzî jî bê pere vekirine ji bo wan ciwanên ku tên vir, da ku ber bi xwendinê ve biçin. Tişta yekem ew e ku zimên fêr bibin, paşê dikarin ber bi xwendinê ve biçin. Piraniya wan xwedî doktora û bawernameyên bilind in lê li vir di qehwexane yan kargehekê de kar dikin. Bi rastî dilê min ji bo wan dişewite.

Ev jî pêwîstî bi karekî cidî heye. Min serdana çend otêlan kiriye, penaberên me yên ciwan hene û xwedan bawernameyên pir baş in, lê li vir penaber in û neçar in van karên neqanûnî bikin. Dilê me li ser ciwanên welatê me dişewite. Xebata me ne tenê li ser zimanê kurdî û platforma perwerdeyê ye. Erkên me pir dijwartir in. Her wiha divê em nîqaş bikin ka meriv çawa van kesan ber bi perwerde û xwendina bilind ve bibe.

Hêmin Ebdulla: Mamoste Mihemed, wek Kak Awat behs kir, zêdetirî sî endamên encumena şaredariyê hene, wezîr hene, parêzgar jî hebûn - parêzgarên Kurd mîna Şêx Serbaz Berzencî. Çi hatiye kirin ji bo têkilî bi wan re bê danîn, komkirina wan, yekkirina wan, da ku bikaribin zextê çêbikin dema behsa Kurdan li Brîtanyayê tê kirin?

Mihemed Celal Berzencî: Bi rastî, em wekî Kurd pirsgirêkeke me heye ku em belawela ne, mînakên me li piraniya welatan û li Brîtanyayê jî hene. Ya ku me dest pê kiriye yekgirtin an nêzîkbûna hev e. Xewna me ew e ku li Brîtanyayê, bo mînak Komeleya Kurdî ya Brîtanyayê pêşî bi partiyên me yên Kurdî re, em ne ser bi ti hizbên Kurdî ne.

Têkiliya me bi hemû partiyên Kurdî re heye û em rêzê li hemûyan digirin û pêşwaziya hemûyan dikin bi opozîsyon û desthilatê ve. Lewra em dixwazin zemînesaziyekê di navbera endamên partiyan û kesên li vir ku ne ser bi partiyên Kurdî ne çêbikin. Em dixwazin bi wan endamên serkeftî yên encumenan re ku niha di kar de ne, em hemû bi hev re yekrêziya mala Kurdî li Brîtanyayê ava bikin.

Armanca me ew e ku di paşerojê de em bikaribin nifşê duyem tevlî bikin bi parastina nasnameya olî û neteweyî û xwe biparêzin û tevlî saziyên vî welatî bibin. Me kar li ser vê armancê kiriye û di dema bangeşeyê de me alîkariya wan rêzdarên ku Kurd bûn û xwe ji bo endamtiya encumenên parêzgehan pêşkêş kirine, kir. Em hevkar û piştgirên wan bûn û hin ji wan serkeftî bûn. Xewna me ye û em jê re kar dikin û em dixwazin bigihîjin encamekê ku yekrêziyê di nav mala Kurdî de li Brîtanyayê dirust bikin.

Hêmin Ebdulla: Tu geşbîn î ku Kurd vêga li Brîtanyayê bi vê arasteyê ve diçin?

Nizar Weys: Erê ez geşbîn im, ji ber ku civaka Kurdî di van salên dawî de pêş ketiye. Bi hemû wan kesên akademîk û bazirganên baş û kesên serkeftî yên ku me hene, tiştekî pir asayî ye ku hin kesên me hebin sûcan bikin. Divê em hewl bidin kesên ku sûcek kirine yan bi rêyeke şaş de çûne, em wan baş bikin û vegerînin nav civakê.

Hêmin Ebdullah: Şewbo Xanim, divê çi were kirin ku sala bê dibistanên me zêdetir bibin û zarokên Kurdan zêdetir werin xwe fêrî Kurdî bikin? Li gelek cih û welatan yasayê destûr daye û dewlet piştgiriyê dide ku tu zimanê Kurdî bixwînî lê dê û bavên Kurd dibêjin ev ne pêwîst e, ji ber ku ti tiştî di jiyana wan zarokan de naguhere, ji bo kar û her tiştî bila zimanê wî welatî baş bizanin bes e. Bi ya te be wekîî mamoste û pispora vî warî divê çi were kirin?

Şewbo Mihemed: Bi rêya platforma perwerdeyê em dikarin dengê xwe zêdetir bigihînin malbatên Kurd. Ew bajar yan herêmên ku li Londonê ne û dûr in û dibistanên Kurdî lê nînin, em dikarin bi rêya onlînê dengê xwe bigihînin zarokên Kurd ên li her derê dinyayê bin. Ne tenê li Brîtanyayê, xewna me mezintir e. Niha zarokên me li Almanya, Spanya û Ukraynayê hene. Bi rêya onlînê hêsankariyeke mezin hatiye kirin ji bo wan dê û bavan ku behaneya wan hebe û bêjin dem tune ye, her kes mijûl e li vir. Bi rastî rêya onlînê hêsankariyeke pir baş dike.

Di plana me de heye bi Komeleya Kurdî ya Brîtanyayê re em zêdetir girîngiyê bidin bipêşvebirina dersên onlîne ku behaneyên dê û bavan bibirin. Tevî vê yekê jî dê civîn, semînar û xulên perwerdeyê ji bo dê û bavan û girîngiya zimanê dayîkê werin dayîn. Divê dê û bav têbigihêjin ku zimanê dayîkê pir girîng e li vî welatî bi taybetî ku dûrî ji gel û niştiman divê girîngiyê bidî bipêşvebirina zimanê dayîkê.

Girîngiya zimanê dayîkê di wir de ye ku tu zimanê dayîka xwe bizanî, zimanên din û mijarên din jî hêsantir dibin û zêdetir fêr dibî. Hem ji aliyê derûnî û hizrî yê zarokan ve li kesayetiya zarok wiha dike bi hêsanî fêr bibin.

Hêmin Ebdullah: Ev gotineke hestiyarî ye yan ji aliyê zanistî ve jî hatiye selmandin?

Şewbo Mihemed: Hemû lêkolînan selimandiye ku fêrbûna zimanê dayîkê alîkar e ji bo fêrbûna zimanên din û her wiha mijarên din jî. Ev tiştekî wiha ye ku rast e û gelek lêkolîn li ser hatine kirin. Em ku behsa vê yekê dikin, zêdetir behsa wê bikin ku Brîtanya belawelabûneke mezin pê ve xuyaye. Wekîî mînak di rêxistinan de, em dikarin di bin sîwanekê de wan kom bikin û şiyana mamosteyan û ya me hemûyan bikin yek. Eger em şiyanên xwe yek bixin û hevkarî û piştgiriya hev bikin, em dikarin karên mezintir bikin. Bila em ji wê derkevin ku nebêjin ev rêxistina min e, bila hemû rêxistinên me di bin sîwaneke mezin de bin. Ev jî divê em li ser bixebitin.

Bi rastî ev jî planeke demdirêj û stratejîk a me ye ku di bernameya me de ye. Divê ji dê û bavan re civîn û semînarên pir zêdetir werin kirin lê eger behsa Brîtanyayê bikî rewş ne baş e berawird bi Norweç û Almanya yan Swêdê ku li wan welatan zimanê dayîkê di nav bername û sîstema perwerdeyê de ye ku li vir ne wiha ye. Xwebexş, rêxistinên perwerdeyê, dibistanên Kurdî û mizgeft, em bi xwe hewl didin ku karibin zimanê dayîkê bixin nav sîstema Brîtanyayê. Bi rastî ev jî karekî mezin e, me jî kar jê re kiriye lê astengî pir û pir in.

Hêmin Ebdullah: Ev wekîî ku dibêjî zehmetiya sala bê ye û em dê wê demê bipirsin ka gihîştiye ku derê, wekîî çawa me pirsyar kir. Doktor Îdrîs, te behsa tiştekî pir girîng kir, te got hêza mirovî ya mezin a Kurdan li vir li Brîtanyayê heye, akademîk û xwende ji hev dûr in û wekîî pêwîst ne alîkar in. Divê çi were kirin ku sala bê bi awayekî pratîkî û bi mekanîzmeyekê nêzîkî hev bibin û baştir bixebitin?

Dr. Îdrîs Bedirxan: Ez ji vir dest pê bikim, xwendin pir girîng e, xwendin û exlaq, yanî bi Îngilîzî dibêjin "moral". Îngilîz dibêjin "mentorics", yanî hêzeke wê ya mezin heye. Zanistîtir e, yanî dikarin bazirganiya baş bikin, pîşesaziya baş bikin, yanî di karê xwe de parêzer bin, endazyar bin, karê xwe baş bikin. Em çanda xwe, folklora xwe dizanin. Tiştên baş û xirab li Brîtanyayê hene, tiştên baş pir in. Divê ji tiştên xirab dûr bikevin. Em çawa tiştên xirab dûr bixin?

Bila çanda xwe bizanin, bav û bapîrên xwe nas bikin, dayîka xwe nas bikin. Em ketine sîstema vir, girîng e ku em zarokên xwe ji xwe dûr nexin. Zanista vir, pîşesaziya vir, bila bizanin ji ber ku dewleteke bipêşketî ye. Pêwîst e em li gorî zanista wan biçin, ew di qonaxeke bilind de ne. Pêwîst e em niha tiştekî nû fêr bibin û paşê em dikarin bi pêş bikevin. Ji bo sala nû, ez dixwazim ciwanên me bi pêş bikevin, bi taybetî lawên me pir girîng in, paşeroja me ew ciwan in.

Bila ew ciwan zanista baş bi dest bixin, pîşesaziya baş bi dest bixin. Ez bawer im diyasporaya Kurdan bandoreke mezin dê li ser şiklgirtina cîhanê bike, bandoreke girîng. Divê welat bi pêş bikeve, yanî tu li welatekî wekî Brîtanyayê bipêşketî bî, sûda zêdetir ji bo welatê te dibe. Ez bawer im eger îro destê te nagihêje welêt, divê tu xwe bi pêş bixî. Tu nikarî tiştekî bikî, bila zarokên te ji çanda xwe dûr nekevin lê bila xwendina vir bizanin.

Eger tu hatiyî vî welatî û zarokên te nebûne pîşesazên baş, xwendineke baş nekirine, vegere welatê xwe yan jî eger li vir dimînî û li ba xelkê dixebitî, te karekî mezin nekiriye, te xwendineke mezin nekiriye.

Hêmin Ebdullah: Niha tu reşbîn î yan geşbîn î ji bo paşeroja diyasporaya Kurdî ya li vî welatî?

Dr. Îdrîs Bedirxan: Divê em wê yekê ji bîr nekin, ziman ji bîr nekin. Kurdên me bila zimanê Kurdî bi zarokên xwe bidin xwendin. Dibe ku di nav sîstema Brîtanyayê de ev tişt ji hev cuda bin. Yanî zarok divê zimanê Îngilîzî fêr bibin lê li malê tenê zimanê Kurdî bi kar bînin. Pêwîst e malbat li ser zimanê dayîkê bixebitin.

Bila dilgiran nebin ku zarokên wan zimanê Îngilîzî fêr nabin yan zanista wê fêr nabin. Eger zimanê xwe bizanin, dê xwedî exlaqeke baştir, çandeke baştir û serkeftîtir bin. Dê û bav jî divê xwe bixin nav sîstema Brîtanyayê. Dem derbas dibe û sîstemê nizanin, nizanin karekî ji xwe re li gorî sîstema Brîtanyayê bikin. Bila karê reş nekin, bila fermî bin, bila bikevin nav sîstema Brîtanyayê.

Hêmin Ebdullah: Ev tiştên hûn behsê dikin, karê mamoste Mihemed û hevkarên wî û rêxistinên din ên Brîtanyayê pir giran dikin. Bila em ji wan bibihîzin ka mekanîzmeya wan çi ye û çi dikin ji bo ku ev tişt werin bicihkirin, niha doktor dibêje zêdetir dûrketina ji wê yekê ku her di nav xwe de bî û pir mijûlî kar nebî û nekevî nav sîstema Brîtanyayê, berovajî wê biçî nav sîstemê. Ev çawa tê kirin, plana we çi ye, hûn dixwazin çawa bikin, sala bê em çaverêyî çi bikin?

Dr. Îdrîs Bedirxan: Di sala 2025an de bila zanist û pîşesazî zêdetir be, bila siyaset wekî Rojava be, ne Rojhilat û Rojhilata Navîn. Ew siyaset bila kêmtir be. Bila em jî siyaset û zanist û pîşesaziyê bi awayê Ewropayî bikin.

Hêmin Ebdullah: Doktor Îdrîs Bedirxan li Oxfordê ji we dipirse, saziyên Kurdî yên li Brîtanyayê çi dikin?

Mihemed Celal Berzincî: Yek ji karên me yên baş ew e ku em ji ber xwe ve kar nakin, bi berdewamî şêwirmendiya me ya baş bi şêwirmendan re heye. Em dixwazin bigihêjin wê armanca ku cenabê profesor behs kir. Lewma ez dixwazim bêjim, wekî Komeleya Kurdî hembêza me vekirî ye ji bo hemû wan sektorên li Brîtanyayê hene. Em dixwazin hemûyan bigihînin her çar parçeyên Kurdistanê, ne tenê Başûr. Bi rastî di destpêka me de wekî me got me çar platform ava kirine.

Di platformên paşerojê de, vê hefteyê yan hefteya bê plana me heye ku platforma mafên mirovan ava bikin. Ev mafên mirovan zêdetir bandor û girîngiya wê li ser wê ye ku eger destê me negihêje kesekî, bi rêya wê platformê em bikaribin yekrêziyê li wir jî ava bikin. Bila rastbînane ji cenabê te re bêjim Kek Hêmin, xelkê me nikare were vî welatî û divê xewn û armanca yekem xwendin be, ji ber ku zexteke mezin a Kurdistanê li ser heye.

Tu dizanî daxwazên Kurdistanê pir in, niha meaş û debara xelkê bûye karekî siyasî ya di navbera Îraq û Herêma Kurdistanê de. Yanî dixwazin şerê wê bikin û debara xelkê di wê navberê de bi hêsanî dernakeve. Bandora rasterast li ser wan kesan heye ku li vî welatî dijîn, li ser wan ciwanan heye ku li vir dijîn û zexta wê derê li ser wan heye. Lewma divê zemînsaziyek hebe ji bo ku ew der aram be û ciwanên me li vir zêdetir serkeftî bin. Zexta madî û darayî li ser wan kêm dibe. Me çi kiriye û em dê çi bikin ji bo vê yekê? Bi rastî em dixwazin bi hev re di nav Komeleya Kurdî ya Brîtanyayê de û bi hevahengiya bi rêxistinên din re û bi civakên din û saziyan re karibin bigihêjin wê armancê. Yek ji wan armancên me yên di paşerojê de, me kom ava kirine ji bo ciwanên xwe, yên ku di temenê 18 salî heta 25 salî û zêdetir. Girîngiya me li ser wî temenî ye.

Em dixwazin wan perwerde bikin ji bo hilbijartinên paşerojê da ku bibin endamê meclisên şaredariyan. Niha em li ser wê yekê dixebitin û geşbîn in. Hevkar û piştgiriya me ya baş heye û hevahengiya baş jî heye. Ji destpêka avabûna me ve, yek ji wan tiştên ku dilê me pê xweş bû ew e ku Komeleya Kurdî ya Brîtanyayê di semînereke zêdetirî hezar kesî de nûnerê Hikûmeta Brîtanyayê û Nûnerê Polîs û nûnerê saziyên vî welatî bîne û tevlî wan bike û civaka Kurdî û diyasporaya Kurdî bi wan bide nasîn. Ew bi xwe jî pê dilxweş bûn ku xelkekî wiha li hev hat komkirin ku em ji hev fêm bikin. Lewma hêviya min heye û dilxweş û geşbîn im ku sala bê plana me ji vê mezintir e û di asteke mezintir de têkilî bi me re were danîn.

Hêmin Ebdullah: Şansa we heye ku hikûmeta we hildiweşe û hilbijartineke nû tê kirin û pêwîstiya siyasetmedar bi dengderan heye. Kek Awat, cenabê te di karê rêxistinî de, em bêjin di rêxistina Diyasporaya Kurdî ya li Brîtanyayê de, li ser geşepêdana mirovî dixebitî. Mekanîzme çi ne ji bo ku li vir şiyana mirovî ya diyasporaya Kurdî bilindtir û çalaktir bibe?

Awat Dêrgeleyî: Doktor û mamoste û mamoste Mihemed û hemû hevalan behsa hemû tiştan kir. Bi rastî ez piştgiriya wan mijaran dikim ku wan behs kir. Bi nêrîna min ya girîng, hevahengî û hevqebûlkirin û rêzgirtin e di navbera hemû civakên Kurdî û hemû şexsên Kurd de.

Ev mijareke gelekî girîng e. Mijareke niha ye ku em bi rastî di vê mijarê de hinekî bi lawazî derketine. Ev destpêk û bingeheke baş e ji bo ku em nasnameya niştiman û Kurdistanê bikin bingehek ji bo hevtêgihîştinê ya bi hemû cudahiyên xwe ve.

Ev dibe rêxweşkerek ji bo ku her kes were cem te û tu bikarî alîkariyê bikî. Ya din, bi rastî ez ji sedî sed piştgiriya cenabê profesor û mamoste Mihemed dikim ku dem hatiye bi wan zextên li Herêma Kurdistanê û li beşên din ên Kurdistanê li ser şexsê Kurd ê Brîtanyayê ye ku divê alîkariya madî û manewî ji bo malê dabîn bike.

Ev mijarek e dibe ku her dem wisa be lê ji vir û pê ve divê em zêdetir hest bikin ku em Kurdên Brîtanyayê ne. Ji ber ku rast e her roj çavê me li vegerê ye, em ji welatê xwe hez dikin lê divê tu bikarî nifşê paşerojê baştir perwerde bikî û qenaeta wan çê bikî ku ev der jî welatê wan e. Divê qenaeta wan hebe ku tu Kurd î, Kurdî-Brîtanî heye, Kurdî-Amerîkî heye, Îtalî-Amerîkî heye, em jî divê Kurdî-Brîtanî bin bi wateyeke temam.

Hemû ew mijarên girîng ên ku ji aliyê exlaqî, neteweyî û nasnameya Kurdistanî ve bi me re heye, divê em veguhêzin ji bo nifşên xwe yên paşerojê. Lê tiştên baş ên li vir jî ku li Brîtanyayê di mijara yasa û yasazanî û dadwerî û hemû mijarên din de ew derfet tên pêş, divê ev jî di dil û mejiyê zarokên me de bi cih bibe. Ev dibe bingeheke sereke ji bo şexsê mirovan bi wê yekê ku tu qenaeta wan pê bînî. Ev welat jî dikare welatê te be. Ev welatek e tu dikarî tê de geş bibî û perwerde bibî.

Di dema perwerdekirinê de heta ku tu xwedî pîşeyekî baş î, nav û dengekî baş î, nasnameyeke pîşeyî ya baş î, tu baştir dikarî xizmeta Kurdistanê û niştiman bikî. Ev bi rastî girîng e. Li ser vê mijarê jî pêwîst e wekî ku min behs kir hevahengiyeke temam hebe di navbera hemû aliyan de li vir û li Kurdistanê jî.

Hemû dibistan û mizgeft ku bi rastî bandoreke wan a rasterast heye ji bo perwerdeyê zarokên Kurd bi roleke ji aliyê olî ve, ji aliyê niştimanî ve, ji aliyê nasnameyê ve, ev bi rastî girîng e. Ya din jî bi rastî, ez dawiyê bi vê bînim ku berpirsiyariyeke pir mezin û giran li ser milê me ye ku em nifşê yekem in li Brîtanyayê. Divê em exlaqekê nîşan bidin, bi awayekî tevbigerin bi hev re ku nifşê me ji me şerm nekin.

Ya ku bi rastî ji min re girîng e ew mîrat e ku em li pey xwe dihêlin. Erê li Kurdistanê dibe ku gelek cudahî di ramanê de hebe, hemû ev dikarin li cihekî de bi cih bibin lê bi mercê ku berjewendiya giştî, nasnameya Kurdî û axa niştimanî ya Kurdistanê ji bo me tiştên herî girîng bin. Eger em vê bikin bingeh, bi nêrîna min her şexsekî Kurd wekî doktor jî got ji xelkên din ne kêmtir e, belkî zêdetir be jî bi rastî.

Hêmin Ebdullah: Tu hest dikî ku ew cudahiya ku li Kurdistanê pevçûn jê derdikeve, li vir pir kêm bûye? Niha baştir e li gorî berê ku li vir pir hestiyar bû ji bo vê mijarê?

Awat Dêrgeleyî: Ez rastiyê ji te re bibêjim, bila berî her tiştî rastbêj bim, beşek ji me, ez nabêjim hemû, ew nakokî û pevçûnên nexweş ên Kurdistanê anîne Brîtanyayê ku bi rastî em dixwazin bi dawî bibe. Beşeke din jî heye bi rastî berovajî wê baştir e, ew kar dikin û dibêjin keko em wisa nekin, xweşiya Kurdistanê di pirengî û pirhizbîtiyê de ye.

Erê li Kurdistanê pirsgirêkên pir in, hin pirsgirêk siyasî ne, hin jî çêkirî ne û ji bo Herêma Kurdistanê hatine çêkirin. Divê em rêxweşker bin ji bo çareseriya van pirsgirêkan li Herêma Kurdistanê, ne ku pirsgirêkên Kurdistanê li vir bibin asteng ji me re û em nikaribin bi hev re kar bikin.

Bi xweşî çend salên borî dibe ku pêl û hêz pir bi neyînî zêdetir bandor li ser civaka Kurdî li vir dikir. Em dikarin bêjin niha pir cuda ye. Cudahî jî di wê de ye ku kesên hatine meydanê bêyî cudahî ji hemû cih û aliyan û bajaran ku bi rastî red dikin bibin beşek ji nakokiyên siyasî yan herêmî yan civakî-siyasî yên li Herêma Kurdistanê.

Dixwazin li vir mînakekî pêşkêş bikin ku ji bo paşerojê bibe mînakeke guncavtir û baştir. Lewma ez bi erênî li vê mijarê dinêrim. Çend salên din û çend demên din pêwîst in lê bi nêrîna min bi himeta me hemûyan û hemû aliyan û bi piştgiriya xelkê Kurdistanê û hikûmet û aliyên siyasî, em dikarin baştir li vir gavan bavêjin.

Hêmin Ebdullah: Divê ez bêjim ya ku niha cenabê te dibêje ne tenê gotin e. Heta niha jî ku hûn li vir rûniştine, hûn bi hev re kar dikin li Brîtanyayê lê ya ku agahiya min li ser nêrîna we ya siyasî li ser Kurdistanê heye, her yek xwedî nêrîneke cuda ye, dibe ku gelek caran nêrînên li dijî hev bin lê li vir bi hev re kar dikin ji bo diyasporaya Kurdî ku ev jî rêya rast e.

Gelek spasiya we dikim ku hûn bi me re bûn li vir û we mazûvaniya me kir li Brîtanyayê. Wekî destpêka bernameyê min jî behsê kir, vê dawiyê li Brîtanyayê hejmareke zêde Kurd canê xwe ji dest da. Me karekî meydanî kir, Komeleya Kurdî ya Brîtanyayê û mamoste Mihemed pir alîkariya me kirin, spasiya wan dikim. Di bernameyên paşerojê de hûn ê bibînin, tiştên balkêş hene. Hêvîdar im sala bê dema em hatin, tiştên pir mezintir li Brîtanyayê bibînin û bibihîzin.