Xwendekarê zanîngehê 15 kes kuştin, 25 kes birîndar kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Zanîngeha Charlesê ya li Praga paytexta Çekyayê xwendakarekî zanîngehê bi çekê 15 kes kuştin û 25 kes birîndar kirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Çekyayê Vit Rakusan ragihand ku êrişkar hatiye kuştin.

Polîsê Çekyayê jî destnîşan kir, “Pêwendiya êrişê bi grûpên terorîst re nîne.”

Şahidekî bûyerê got ku kesekî ji paceya zanîngehê gule li xelkê li ser Pira Manesê reşandine.

Rêvebirê Giştî yê Ewlehiyê Martin Vondrasek diyar kir, bi egereke mezin êrişkar beriya êrişê bavê xwe jî kuştiye.

Li aliyê din, hat destnîşankirin êrişkar xwendekarekî zanîngehê yê 24 salî ye û navê wî David Kozak e.