Serokê Çeçenistanê: Em dê peykerê Ocalan danin

22-12-2021
Nîşan Çeçenistan Grozny Abdullah Ocalan Remezan Kadirov Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Çeçenistanê gefan li Tirkiyê dixwe û dibêje, peykerê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan li Groznya paytext dideynin. Serokê Çeçenîstanê Remezan Kadirov li beramber vekirina Parka Dudayev li parêzgeha Kocaelî ya Tirkiyê nerazîbûn pêşan da û gef li Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan xwar.

Serokê Çeçenîstanê Remezan Kadirov Tirkiye bi piştgirîkirina terorîstan tohmetbar kir û got: “Li beramber vekirina parkekê bi navê Cewher Dudayev, em ê jî li Çeçenîstanê peykerê Ocalan çêdikin û dideynin.”

Kadirov dibêje: “Li gor me bi çêkirina peykerekî li bajarê Grozny dana şerefa nemiriyê bo damezrênerê Partiya Karkerên Kurdistanê Abdullah Ocalan ku niha li yek ji girtîgehên Tirkiyê cezayê heta hetayê zîndankirin li ser hatiye ferzkirin, heta bibêjî lojîkî ye. Di warê siyasî de jî tam karvedan e.”

Parka Cewher Dudayev neh meh berî niha ji aliyê Şaredariya Korfezê ya Kocaelî ve hat çêkirin û hefteya borî hat vekirin. Dudayev, 11/12/1994an cîhad li dijî Rûsyayê ragihand. Piştre roja 21/04/1996an di şerekî de hat kuştin. Tirkiye Dudayev wek dostê xwe dibîne.

Ev di demekê de ye ku Çeçenîstan Dudayev wek terorîst û têkder bi nav dike. Serokê Çeçenîstanê li beramber wê parka ku bi navê Dudayev hatiye vekirin, gefa çêkirina peykerê Ocalan li Çeçenîstanê dixwe, di demekê de ku Tirk Ocalan wek “Terorîst” binav dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst