Hêzên Xelîfe Hefter dest bi ser gemiyeke Tirkiyê de girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Millî ya Lîbyayê ku hêza ser bi General Xelîfe Hefter ve ye, li naverasta Deryaya Spî dest bi ser gemiyeke Tirkiyê de girt.

Tirkiyê piştevaniya xwe bo hikûmeta Hevpeymaniya Niştimanî ya bi serokayetiya Fayiz Serac ku aliyên navdewletî jî îtîrafê pê dikin, zêdetir kiriye.

Piştî ku Tirkiyê li ser sînorên deryayî û alîkariyên serbazî 2 rêkevtin bi hikûmeta Serac re îmze kirin, li wî welatî û li navçeyê alozî zêdetir bûne.

Di çarçoveya aloziyên ku li Derya Spî çê dibin, Artêşa Millî ya ser bi General Xelîfe Hefter ve îro Yekşemê aşkera kir, hêzên wan dest bi ser gemiyeke Tirkiyê de girtine û ew germî birine bendereke Lîbyayê ji bo ku pişkinîn lê bê kirin.

Hêj nayê zanîn ka hêzên ser bi Xelîfe Hefter ve dê wê gemiya Tirkî berdin an dê destbiserdegirtî bimîne.

Piştî ku dest bi ser gemiya Tirkiyê de girtin,  Artêşa Niştimaniya Lîbyayê asta amadebaşiya hêzên xwe yên bejayî û deryayî bilindtir kir.

Artêşa Millî ya Lîbyayê ew demek e hewl dide ku Trablosa paytexta wî welatî bixe bin destê xwe.

Meha bihorî Tirkiyê û hikûmeta li Trablosê, rêkeftineke deryayî îmze kirin û gelek karvedanên navdewletî li pey xwe anîn, bi taybetî welatên li ser Deryaya Spî.

Ew rêkeftin derfetê dide Tirkiyê ku destê vê bigihêje gelek çavkaniyên aborî yên mezin li sînorê Deryaya Spî.