Hilbijartinên Katalonya: Partiyên serxwebûnxwaz bi serkeftin

22-12-2017
RÛDAW
Nîşan Katalonya Hilbijartin Îspanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Encamên yekem ên hilbijartinên herêma Katalonyayê ya Îspanyayê hatine ragihandin. Li gorî van encaman partiyên piştgirî didan serxwebûnê, careke din serkeftin bidest xistin.

 

Ji bo yekalîkirina pozberiyên piştî giştpirsiya serxwebûnê, Katalonyayê hilbijartinên pêşwext hatine kirin.

 

Hilbijartin li gorî dema Barcelonayê demjimêr 8:00ê sibê ya roja Pênşemê 21-12-2017, dest pê kirin û rêjeya beşdarbûnê ji % 68ê derbas kir.

 

Li gorî encamên yekemîn, partiyên piştgirî didan serxwebûnê, ji tevahiya 135 kursiyên parlamentoyê, 70 kursî bidest xistin.

 

Piştî van encaman, serokê herêmê yê ji kar hatiye dûrxistin Carles Puigdemont bang li rêveberiya Madrîdê kir da ku rêzê ji daxwazên gel re bigre.

 

Carles Puigdemont herwiha daxwaza azadkirina girtiyan kir û got: “Divê hikûmeta Îspanyayê çareseriyeke siyasî peyda bike. Eger ew nexwazin dengê gelê Katalonyayê bibîhisin emê bi xwe çareseriya xwe peyda bikin.”

 

Rêveberiya Madrîdê heta niha derbarê encamên hilbijartinan de ti daxuyaniyek belav nekiriye.

 

Nivîsîn: Necmî Salih

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst