Nîgarsazê navdar: Min li gel mêya fezayî seks kir û zarokên me hene

Navenda Nûçeyan – Nîgarsazê navdar ê amerîkî David Huggins îdîa kir, ku di 17 saliya xwe de li gel bûnewereka mê ya bi navê Crescent a ji fezayê hatibû, peywendiya seksî kiriye û herwiha îdîa kir, ku ew niha bavê bi dehan zarokên hibrit ên fezayî ye.

 

Gotegotên li ser hebûna bûnewerên fezayî kêm nabin. Di vê derbarê de îdîayeke balkêş jî ji wênesazê navdar ê amerîkî David Huggins hat.

 

Nîgarsazê 74 salî di belgefîlmeke bi navê “Love and Saucers” de îdîa kir, ku dema 17 salî bûye û ji bo perwerdeya hunerî hatiye New Yorkê, bûnewereka mê ya bi navê Crescent ew di xewa wî de girtiye û paşî bi salan di navbera wan de peywendiya seksî çêbûye.

 

Huggins dibêje Crescentê paşî xwe veguhertiye madeyê û ji wê bi dehan zarokên hibrit peyda bûne.

 

Di mala Huggins de bi sedan pirtûk û nêzîkî 2 hezar dîmenên vîdeoyî yên derbarê bûnewerên fezayî de hene.

 

Bi gotina David Huggins, yekemîn car wî di 7-8 saliya xwe de bûnewerên fezayî dîtiye û derbarê şiklê wan jî dibêje: “Ew xwedî çavên gewez, bi pûrt û kurt in. Herwiha pir jîr in.”

 

Di vê derbarê de gelek kes ji gotinên Hugggins bawer dikin, ku yek ji wan jî profesorê Zanîngeha Riceyê, mamsoteyê felsefeyê Jeffrey Kripal e.

 

Nivîsîn: Necmî Salih