FLAŞ – Norweç li DAIŞê nade!

22-12-2015
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Wezîra Parastina Norweçê Ine Eriksen Søreide got, welatê wê beşdarî operasyonên asmanî yên li dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê nabe.

Navenda Nûçeyan – Wezîra Parastina Norweçê Ine Eriksen Søreide di daxuyaniyeke de ragihand, hêza Yekîneya Parastina Asmanî ya Norweçê têrê nake li Iraq û Sûriyê li rêxistina DAIŞê bide.

Ine Eriksen Søreide herwiha diyar kir, pirsgirêkên baskên balafirên wan ên ji cureya F-16yê hene.

Beriya niha jî Søreide anibû ziman di rojeva wan de beşdarbûna operasyonên li Iraq û Sûriyê de nîne.

Rehîneyê norweçî hatibû înfazkirin

Rêxistina DAIŞê welatiyên norweçî yê bi navê Ole Johan Grimsgaard-Ofstad dîl girtibû û di 20ê Mijdarê de înfaz kiribû.

Rêxistinê ji bo berdana Ole Johan Grimsgaard-Ofstad ji Wezareta Derve ya Norweçê fidye xwestibû, lê ew daxwaza DAIŞê nehatibû bicihkirin.

Çekdarên DAIŞê piştre Grimsgaard-Ofstad kuştibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst