Encamên destpêkê yên hilbijartinên Holendayê: Partiya Dîlan Yeşîlgozê çendemîn e?

22-11-2023
RÛDAW
Nîşan Dîlan Yeşîlgoz Holenda Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî encamên destpêkê yên hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Holendayê, Partiya Gel ji bo Azadî û Demokrasiyê ya bi serokatiya jina Kurd Dîlan Yeşîlgozê 23 kursî bi dest xist.

Holenda ji bo hilbijartina endamên nû yên Parlamentoya Holendayê çû ser sindoqan û li gorî encamên destpêkê partiya Dîlan Yeşîlgozê, Partiya Gel ji bo Azadî û Demokrasiyê 23 kursî bi dest xist.

Partiya Gel ji bo Azadî û Demokrasiyê di 13 salên borî de li ser desthilatê bû û serokê partiyê serokwezîrê Holendayê bû lê Tîrmeha îsal, piştî ku kabîneyê li ser çareseriya krîza koçberan li hev nekir, biryara hilweşandinê û lidarxistina hilbijartinên pêşwext hat dayîn.

Parlamentoya Holendayê xwedî 150 kursiyan e û ji bo avakirina hikûmetê jî pêwîstî bi piştgiriya 76 parlamenteran heye.

Piştî ragihandina encamên destpêkê dê xebatên avakirina hikûmetê dest pê bikin.

Partiya ku herî zêde kursî bi dest bixe, dê weke partiya yekemîn a danûstandinan a hikûmetê bê destnîşankirin.

Danûstandin gelek caran bi mehan didome, ji ber hincetên ku alî dixwazin bi qasî ku pêkan e daxwazên wan di rojeva hikûmetê de bin.

Tê çaverêkirin ku parlamentoya niha roja 5ê Kanûna Pêşînê û parlamentoya nû jî 6ê Kanûna Pêşînê bicive.

Mark Rutte û kabîneya wî heta ku hikûmeta nû dest bi kar bike dê li ser erkên xwe bin.

Dîlan Yeşîlgoz kî ye:

- Siyasetmedareke Holendî ye

- Seroka Partiya Gel a Bo Azadî û Demokrasiyê (VVD) ye

- Sala 1977an li Enqereyê ji dayik bûye

- Bavê wê Kurdê Dêrsima Bakurê Kurdistanê ye

- Bavê wê piştî darbeya leşkerî ya 1980ê Tirkiye bicih hişt û çû Holendayê              

- Dîlan sala 1984an ligel endamên din ên malbata xwe çûye Holedayê

- Bawernameya masterê di warê çand û rêveberiyê de wergirtiye

- Sala 2014an bûye Endama Encûmena Şaredariya Amsterdamê

- Sala 2017an bûye Endama Parlamentoya Hollandayê

- Sala 2021ê bûye Wezîra Karûbarên Aborî û Siyaseta Guherîna Avhewayê

- Sala 2022an bûye Wezîra Dad û Ewlehiyê

- 12ê Tîrmehê bû berbijêra Serokatiya partiya xwe

- 14ê Tîrmehê bû Seroka Partiya Gel ji bo Azadî û Demokrasiyê

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst