Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Ukraynayê ragihand ku nîşangirekî ango segvanekî Servîsa Ewlehiya Ukraynayê (SBU) li eniya şer rekora cîhanê şikand.
Li gorî nûçeya Ukrinformê, rayedarên Servîsa Ewlehiya Ukraynayê ku yên nexwest nasnameya wan bê parvekirin, îdia kir ku nîşangirekî ji dûrahiya 3 hezar û 800 metreyî leşkerekî Rûsyayê kuştiye.
Rayedarên diyar kir ku ew ji ber rewşa wî ya ewlehiyê naxwazin nasnameya wî nîşangirî eşkere bikin.
Bi gotina rayedarên Ukraynayî, wî nîşangirî “standardên cîhanê ji nû ve diyar kirin.”
Yuri Chornomorets ku nîşangirekî teqawît bûye û niha wekî xwebexş çûye eniya şer, ji Kyiv Postê re got:
“Nîşangirên me li xalên baş hatine bicihkirin. Ev jî bû derfet ku em rekorên nû tomar bikin.”
Ne Servîsa Ewlehiya Ukraynayê û ne jî Yuri Chornomorets derbarê cih û dema rekorê ti agahiyek neda.
Li gorî nûçeya Îndependentê nîşangirê navborî çeka Volodar Obriyu (Xwedanê Horizon) a kompanyaya Ukraynî MAYAKê bi kar tîne.
Hin parçeyên çeka segvaniyê ku giraniya wê 16,7 kîlo ye, li Amarîka û Brîtanyayê tên çêkirin.
Li gorî agahiyên MAYAKê, ew çek 1,8 metre ye û menzîla wê jî 3 hezar û 200 metre ye.
Rekora pêştir 3 hezar û 540 metre bû.
Nîşagirekî Kanadayî ku nasnameya wî jî nehatibû parvekirin sala 2017an li Îraqê ji 3 hezar û 540 metreyî kesek kuştibû.
Beriya leşkerê Kanadayî jî sala 2009an leşkerekî Brîtanyayî Craig Harrisonr rekor şkandibû.
Harrisonr ji 2 hezar û 475 metreyan leşkerekî Talîbanê kuştibû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse