Kurdên Holendayê hem ji bo serokwezîriyê hem ji bo parlamenteriyê hevrikiyê dikin

22-11-2023
RÛDAW
Dîlan Yeşîlgoz û Hawrê Rehîmî/Wêne: VVD
Dîlan Yeşîlgoz û Hawrê Rehîmî/Wêne: VVD
Nîşan Dîlan Yeşîlgoz Hawre Rehîmî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kurdên li Holendayê hem ji bo serokwezîrî hem jî ji bo parlamenteriyê hevrikiyê dikin.

Holenda îro ji bo hilbijartina pêşwext a parlamentoyê diçe ser sindoqan.

Li Holandayê dengdanê dest pê kir û dê heta saet 21:00ê berdewam bike.

Seroka Partiya Gel a ji bo Azadî û Demokrasiyê (VVD) Dîlan Yeşîlgoz jineke Kurd e û ji Dêrsima Bakurê Kurdistanê ye.

Li gorî rapirsiyan îhtîmaleke zêde heye ku Dîlan Yeşîlgoza 46 salî bibe Serokwezîra nû ya Holendayê.

“Kursiya min ne mijar e”

Dîlan Yeşîlgoz got, “Ez ji vê hestê ne piştrast im lê hesteke pir bi coş e.

Ev jî vedigere ser xelkê, vedigere ser dengdêran.

22 Çiriya Paşînê wê pir giring be. Kursiya min ne mijar e, mijar pirsgirêkên xelkê Holendayê ye ku em çawa çareser bikin.”

Çalakvanê siyasi ye Kurd Dîndar Koçer di karûbarên navxweyî yê Holendayê de kesekî pispor e.

Dîndar Koçer beşdarî bultena Diyasporayê ya Rûdawê bû û diyar kir ku giringiyeke taybet a hilbijartina vê carê heye.

Koçer da zanîn ku giringiya wê jî berbijêrên Kurd in ku dikarin di Parlamentoya Holendayê de bibin nûnerên Kurdan.

“Dîlan Xan, ji navê wê jî diyar e ku Kurd e”

Dîndar Koçer got, “Dîlan Xan, ji navê wê jî diyar e ku Kurd e. Heta di tweetekê de dibêje `Bavê min ez bi straneke Şivan Perwer bi nav kirim` ku navê wê kiriye Dîlan.”

Hawrê Rehîmî berbijêrekî din ê Kurd e û xelkê Sedeşta Rojhilatê Kurdistanê ye.

Li gorî bîranînên ku wî li ser dîwarên ofîsa xwe danîne zêdetirî 660 rojan e ku ew parlamenter e.

Îro Rehîmî di lîsteya Partiya Gel a ji bo Azadî û Demokrasiyê (VVD) de dixwaze dengên bêhtir bi dest bixe.

“Herî kêm 100 kompanyayên Kurdan li Rotterdamê hene”

Hawrê Rehîmî got, “Çend roj berê ez li Rotterdamê bûm.

Gelek kompanyayên Kurdan li wir hene, herî kêm sed heb, ez bi wan re axivîm û min ji wan re got pirsgirêkên wan çi ne.

Ji ber vê yekê ji bo min ne giring e ku ew ji ku derê hatine.

Nêzîkî du milyon kompanyayên me li vir hene û hemû heman pirsgirêk hene.

Wekî mînak, meriv çawa bi dewletê re kar dike, an kêmkirina bacê yan dagirtina forman û van hemî tiştên ku dibe ku zêde qezenc nekin.

Ji ber vê yekê giringiyê nadim wê yekê ku ji kû derê hatine, ez piştgiriyê didim wan.”

Eger Rehîmî 20 hezar dengan wergire dikare 5 salên din jî di parlamentoyê de nûnertiyê Kurdên wê derê bike.

Ji bo Kurdên li Holendayê ji hemûyan girintir ew e ku egereke zêde heye seroka partiya Rehîmî ango Seroka VVDyê Dîlan Yeşîlgoz bibe serokwezîra nû ya Holendayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst