Koşka Spî ji her êrîşeke bejayî ya Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê nîgeran e

Hewlêr (Rûdaw) - Koşka Spî derbarê operasyona Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê de ragihand ku ew welat ji başûrê xwe rûbirûyî “gefên terorê” ye û got ku ji mafê wê ye xwe û welatiyên xwe biparêze.

Dîrektorê Encûmena Ewlehiya Niştîmanî ya Koşka Sipî bo Karûbarên Stratejîk John Kirby îro 22ê Mijdara 2022ê di civîneke çapemeniyê ya bi rêya Zoomê de bersiva pirsên rojnamevana da.

Kirby derbarê operasyona nû ya Tirkiyê bo Ser Rojavayê Kurdistanê de got: “Tirkiye bi taybet ji başûrê xwe ji ber gefên  rewa yên terorê bi gilî ye. Ji mafê wan e ku xwe û welatiyên xwe biparêzin.”

John Kirby nîgeraniya Amerîkayê jî li beramber her êrîşeke bejayî ya Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên di jêr desthilata Rêveberiya Xweser de nîşan da û ragihand dibe ku pêngaveke bi vî awayî bandor li ser şerê li dijî DAIŞê hebe. John Kirby her li ser vê mijarê got: “Dibe ku operasyoneke wiha bibe sedema çêbûna karvedanê ji aliyê beşek ji hevbeşên me yên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD). Ev jî şiyana wan li berdewamîkirina şerê li dijî DAIŞê sînordar dike.”

Ev gotinên John Kirby di demekê de ne roja Yekşemê 20ê Mijdara 2022ê Tirkiye operasyoneke bi navê Pençe Şûr ragihand û êrîşeke asmanî bo ser pêgehên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Başûrê Kurdistanê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li Rojavayê Kurdistan û navçeyên din ên di jêr desthilata Rêveberiya xweser de destpêkir.

Li gor navenda ragihandina HSDê di encama êrîşên asmanî yên Artêşa Tirkiyê de 29 kesan cane xwe ji dest dane û ku 13 kes ji wan xelkê sivîl in ligel şervanekî YPGê û 15 leşkerên Artêşa Sûriyê.

Roja Sêşemê 22ê Mijdara 2022ê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ragihand van nêzîkan artêşa welatê wî  operasyoneke bejayî bo navçeyên di jêr desthilata HSDê de dide destpêkirin.

Erdogan amaje bi êrîşên asamanî yên van çand rojên dawî yên Artêşa Tirkiyê jî kir û got: “Înşallah demek nêzîk bi tank  û top leşkerên xwe û ew aliyên ligel me em dê koka terorê bikolin.”

Ji Adarê ve Tirkiye gefa pêkanîna operasyoneke leşkerî bo ser navçeyên di jêr desthilta HSDê de dike, lê Amerîka, Rûsya û Îran bi hev re li dijî her cor êrîşeke bejayî bûn.