Civînên gera 19mîna Astana destpê kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Îro civînên gera 19mîn a Astana derbarê Sûriyê de, li paytexta Kazakistanê li bajarê Astanayê destpê kirin.
19emîn hevdîtinên Astanayê yên têkildarî krîza Sûriyê îro dest pê kirin. Di lûtkeya 22-23ê Mijdarê de şandên Tirkiye, Rûsya û Îranê û rêveberiya Şamê û opozisyona Sûriyê amade ne.
Civînên Astana taybet bi rewşa Sûriyê du rojan berdewam dibin. Îro civînên şêwirî û dualî û sêalî di navbera şandan de têne kirin. Sibe jî roja duyem e û civîna giştî birêve diçe.
Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Eymen Sasan serokatiya şanda Sûriyê dike û di civînê de şandên welatên gerentor ên proseya Astana Rûsya, Îran û Tirkiyê, nûnerên ofîsa şandiyê taybet yê Sekreterê Giştî yê NY ji bo Sûriyê amade dibin.