The Guardian: HSD di berdêla pereyan de girtiyên DAIŞê serbest berdide

Hewlêr (Rûdaw) - Rojnameya Brîtanî The Guardian îdia kir ku endamên berê yên DAIŞê yên ku li bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê di girtihehên bin kontrola HSDê de ne, bi 6 hezar euro hatine berdan. Lê belê berdevkê HSDê ev îdia red kir.

The Guardian nivîsî ku du endamên berê yên rêxistinê, ku ji zindana ku bi hezaran endamên DAIŞê tê de ne, di berdêla plana "lihevhatinê" ya ku di navbera aliyan de hatiye îmzekirin, bi cezayê 8,000 dolarî (6,000 euro) hatine berdan.

Di nûçeya Bethan McKernan û Hussam Hammoud a  The Guardianê de, hat gotin ku di çarçoveya peymanê de girtiyên serbest peymanek îmze kirine û soz dane ku careke din tevlî ti rêxistineke çekdar nebin û ji xaka di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Rojava derkevin.

Du kesên ku Guardian gihîştiye wan, yên ku bi DAIŞê re heta ku "xîlafeta" rêxistinê di Adara 2019an de hilweşiya şer kirine û piştî ku hatine berdan gihîştine jin û zarokên xwe, piştre derbasî parêzgeha Idlibê bûne û derbasî sînorê Tirkiyeyê bûne.

Yek ji endamên berê yên DAIŞê ji rojnameyê re axivî û got ku ew ti carî bi îdeolojiya rêxistinê re razî nebûye, yê din jî got ku ew di destpêkê de bi rêxistinê re eleqedar bû lê hêvî nedikir ku ew qas tund û tûj bibe.

Di nûçeyê de nayê zanîn ku heta niha çend kes bi vî awayî hatine berdan, lê her du kesên ku hatine berdan dibêjên ew texmîn dikin 10 kesên ku ew ji dema girtîgeha Hesekê de nas dikin, di çarçoveya "plana lihevhatinê" de ji girtîgehê derketine.

Di 3 girtîgehên cuda yên di bin kontrola HSDê de nêzikî 10 hezar DAIŞî hene. 8 hezar ji wan Sûriyeyî û Iraqî ne. 2 hezarên din biyanî ne ku hîn ji aliyê welatên wan ve nehatine qebûlkirin.

HSDê berê hevkarên xwe yên rojavayî neçar kir ku pergalek dadgeha navneteweyî ya naskirî ava bikin da ku zexta li ser zindanan sist bike. Her weha, di çarçoveya lihevkirina bi serokên êlên Ereb re, hin girtî berê hatibûn berdan, ku garantî dan ku ew ne tundrew in û dê vegerin nav malbatên xwe.

Berdevkê HSDê Ferhad Şamî der barê mijarê de ji Rojnameya Guardianê re axivî û diyar kir ku belgeyên ku kesên navborî di berdêla berdana wan de îmze kirine resmî ne derew in û got ku pratîkeke wiha tune.

Şamî got, “HSDê (bi eşîran re li hev kir) hin girtiyên ku berê têkiliya wan bi DAIŞ’ê re hebûn, lê destên wan bi xwîna sivîlên bêguneh nebûne, ku ti sûc nekirine, serbest berdaye. Ev kes yan di buroyên DAIŞê de kar dikirin yan jî bi zorê tevlî rêxistinê bûbûn.”

Ferhad Şamî herwiha eşkere kir ku, ew kesên ku hatine azadkirin ji aliyê hêzên ewlekarî ve hatine şopandin daku hewl nedin ku careke din tevlî DAIŞê bibin.

The Guardian ragihand ku Hevpeymaniya Navdewletî nexwestiye di derbarê mijarê de şîrove bike û diyar kir ku girtîgeh ji aliyê van ve lê ji aliyê HSDê ve tên kontrolkirin.