Otomobîlek ket nav merasîma Christmasê: 5 mirî, 40 birîndar

22-11-2021
RÛDAW
Nîşan Wisconsin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Waukesha yê wilayeta Wisconsin a Amerîkayê otomobîlek di nav xaleke polîsan re derbas bû, ket nav merasîma Christmasê. Li gor zanyariyan, di encama bûyerê de 5 kes mirin û zêdetirî 40 kes jî birîndar bûn.

Li bajarê Waukesha yê ser bi wîlayeta Wisconsin ve, derengiya şeva derbasbûyî, kesekê bi otomobîlê da ser xelkê ku ji bo merasîma Christmasê kom bûbûn.

Di dîmenekî vîdeoyî de derdikeve ku piştî bûyerê, xelk hewar dikin û şepirze bûne. Dîmenekî din nîşan dide ku şofêr bi otomobîla xwe dide nav Koma Muzîkê ya Christmasê û muzîka wan vediguhere hewarkirin û qîjandin.

Şefê Polîsên Bajêr Dan Thompson ragihandibû ku di bûyerê de hejmarek kesan canê xwe ji dest dane, lê behsa ti hûrgilyan nekiribû. Herwiha dabû zanîn ku kesek ji ber bûyerê hatiye desteserkirin.

Serokê Beşa Agirvemirandina Bajêr Steven Howard jî got, 11 ji wan kesên birîndar bûne ciwan û 12 jî zarok bûne. Wilayeta Wisconsin dikeve nêzîkê wilayeta Michigan li naverasta rojavayê Amerîkayê.

Lê Rêveberiya Ewlekariya Herêmê ya wî bajarî, ragihand ku di encama wê bûyerê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dane û herî kêm 40 kes jî birîndar bûne.

Li aliyê din, piştî bûyerê li Waukesha navber bi proseya xwendinê hat dayîn.

Herwiha nasnameya wî kesê ku li ser bûyerê ji aliyê polîs ve hatiye desteserkirin, nehatiye eşkerekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst