Senatorê Amerîkî: Komarî û Demokrat li ser Kurdan li hev kirine

Waşington (Rûdaw) – Serokê Senatoya Amerîkayê ku senator Komariyan Mitch McConnell e, li pêşiya sepandina cezayan bi ser Tirkiyê bûye rêgir û ew yek jî bûye sedem ku rêveberiya Trump, Tirkiyê ceza neke. Senatorekî komariyan jî dibêje, rast e Komarî û Demokrat li ser gelek mijaran nakokin, lê belê li ser piştgiriya bo Kurdan li hev kirine.

Li Senatoya Amerîkayê ji ber nerazîbûna serokê Komariyan heta niha ceza bi ser Tirkiyê de nehatine sepandin.

Ji bo nehîştina wê astengiyê, roja Çarşemê Senatorê Demokratan, Chris Van Hollen pêşniyarek bo çareserkirina wê rewşê pêşkêş kir û daxwaz kir, hemû kes telefona Serokê Senatoyê yê Komariyan McConnell bikin û daxwaz jê bikin, mijara cezakirina Tirkiyê li Senatoyê bixe rojevê.

McConnell 77 salî ye û di Senatoyê de bêyî rizamendiya wî çênabe ku deng li ser ti projeyasayekê were dayîn. Ji ber wê yekê jî bêyî razîbûna Senatoyê, çênabe ku Kongrês cezayan bi ser Tirkiyê de bisepîne.

Di panelekê de li Amerîka, senator Chris Van Hollen ragihand, rêveberiya Donald Trump piştgriya sepandina cezayan bi ser Tirkiyê de nake.

Chris Van Hollen ku yek ji wan kesan e projeyasaya cezayên bi ser Tirkiyê de amade kiriye, piştî panelê ji Rûdawê re axivî û ragihand: “Rêveberiya Trump piştgiriya projeyasayê nake, hez nake di dema niha de deng li ser wê projeyê were dayîn. Hinekan derbarê projeyê de dilgiraniya xwe anîne ziman. Pirsa mezin, heman rêveberiya Trump e ku dibêje, piştevaniyê li projeyê nake. Min bawerî heye ku eger îro li Senatoyê deng li ser projeyê bê dayîn, ewqas dengê me heye ku em bi ser vetoya serok de jî zal bibin.”

Marsha Blackbern jî ku yek ji wan senatorên partiya Trump e amade ye deng ji bo cezakirina Tirkiyê bide. Ew jineke xelka Tennesî ye, heman eyaleta ku mezintirîn diyasporaya Kurdî li wê derê ye.

Blackbern dibêje: “Xelk dibêjin ku ew du partî li ser ti mijaran rêk nakevin. Hinek tişt hene ku em derbarê wan de hevnerîn in. Piştevaniya li Kurdan yek ji wan mijaran e.”

Axavtinên wan senatoran di demekê de ne, ku Wezareta Berevaniya Amerîkayê naskirî bi Pentagonê di raportekê de ragihandiye, vekişîna serbazên wî welatî ji çend navçeyên Sûriyê dê bibe sedema bihêzbûna DAIŞê.