MOSKOW - Navê navenda bazirganiyê Şingal e

Moskow (Rûdaw) – Li paytexta Rûsya Moskowayê, ji aliyê kurdekî êzidî ve navedekî bazirganiyê yê bi navê Şingal hatiye vekirin.

 

Rojeve gelek kes ji bo kirîna pêwîstiyên xwe serdana Navenda Bazirganiya Şingalê dikin.

 

Lê di vê navendê de tenê dikanên firoştina tiştan û bazirganiyê cîh nagrin. Herwiha nivîsîngeha çend organ û komeleyan jî di vê navendê de ne. Komeleya Kongreya Êzidiyan yek ji wan komeleyan e ku bi taybetî giringiyê dide karûbarên kurdên êzidî.

 

Serokê Civata Êzidiyan Samyol Koçoyî dibêje, “Komeleya me ji aliyê Rûsyayê ve bi fermî tê naskirin. Yek ji armancê me ew e ku pirsgirêkên êzidiyan bîne ziman. Weke mînak pirsgirêka herî mezin a êzidiyên cîhanê ew e ku karesata Şingalê weke jenosîd bidin bidin nasîn.”

 

Li navendê nivîsîngehekî sereke yê televîzyona Laleş jî heye ku vê ev televîzyon taybet ê kurdên êzidiye û ev saleke dest bi weşanê kiriye.

 

Rojnamevan Teymûr Tîter jî dibêje, “Medya di sedsala 21an de weke hêzekî derdikeve pêş. Ji bo me kurdên êzidî jî medya û kanalek pêwîst bû ku me bi hemû cîhanê bide nasîn.”

 

Beşek ji kurdên êzidî yên li Rûsyayê dijîn dewlemend in û xwedanê kargeh û navendên bazirganiyê ne. Lê Navenda Bazirganiya Şingalê di nava Rûsya û welatên din ên Sovyeta kevin pir tê naskirin.