Him ala DAIŞê hilda him jî ya Îsraîlê lê…

Amerîka (Rûdaw) – Li Amerîkayê, hunermendekî amerîkî-cihû li Zanîngeha Berkeley ya Kalîforniyayê him ala DAIŞê rakir him jî ya Îsraîl lê reaksiyonên ku li dijî Horowîtz hatin nîşandan, balkêş bûn!

Hunermendê komêdîkar ê bi navê Amî Horowîtz ku li Amerîkayê ji dayîk bûye lê cihû ye, li Zanîngeha Berkeley ya Kalîforniyayê carekî ala DAIŞê hilda û siloganên bo piştgiriya wê rêxistinê avêt, lê rastî ti nerazîbûn yan jî piştgiriyeke xwendekaran nehat!

Wî hunermendî cara din jî ala Îsraîlê hilda û siloganên bo piştgiriya Îsraîlê û li dijî Filistînê avêt. Reaksiyonên ku li dijî wî hatin nîşandan sosret û balkêş bûn….