Amerîkayê bangî welatiyên xwe kir: Neçin Îraqê!

22-10-2023
Nîşan Amerîka Îraq Hişyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bangî welatiyên xwe kir ku neçin Îraqê.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê da zanîn ku ev hişyarî ji ber sedemên ewlehiyê ye.

Wezaretê herwiha da zanîn ku ev biryar 20ê vê mehê hatiye wergirtin û “asta hişyariyê 4 e” anku “asta metirsîdar” e.

Wezartê xalên “hebûna terorê, revandin û şer û pevçûnên çekdarî” wekî sedemên vê hişyariya xwe nîşan dan.

Di rojên dawiyê de gelek caran bi mûşek û dronan êrişî bargehên leşkerî yên Amerîkayê yên li Îraq û Sûriyeyê tê kirin.

Herî dawiyê îro bi mûşekan êrişî baregeha esmanî ya Eyn Esedê ya li parêzgeha Enbarê hatibû kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst