Amerîka hêzên zêdetir dişîne Rojhilata Navîn

22-10-2023
RÛDAW
Nîşan Amerîka Hêz Rojhilata Navîn Joe Biden Lloyd Austin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Amerîkayê biryar da ku hêzên zêdetir bişîne Rojhilata Navîn.

Piştî zêdebûna alozî û metirsiya vebûna eniyên zêdetir di şerê navbera Îsraîlê û hêzên çekdar ên Filistînê de, Wezareta Parastinê ya Amerîkayê hêzên zêdetir li Rojhilata Navîn bicîh dike.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin doh piştî civîna ligel Serokê Amerîkayê Joe Biden, got:

“Me plana bihêzkirina bingehên xwe li Rojhilata Navîn daniye, wek bicîhkirina keştiyên balafirhilgir, danîna sîstema parastinê ya esmanî li navçeyê û herwiha amadekirina hêzeke serbazî ji bo bersivdanê di dema pêwîst de.”

Lloyd Austin anî ziman, “Ev pêngavên han hewlên xweparastina navçeyê zêdetir dikin, hêzên Amerîkayê zêdetir diparêzin, herwiha di mijara xweparastinê de alîkariya Îsraîlê dikin.”

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê da zanîn ku keştiya wan a balafirhilgir li Deryaya Spî heye û got:

“Em keştiyeke din jî zêde dikin, ji xeynî wê sîstema THAADê ji bo parastina hêzên xwe aktîv dikin.

Hejmarek serbazên Amerîkî jî di her dema ku pêwîst bike, amade ne ji bo bersivdanê.”

Sîstema THAADê sîstemeke parastinê ya Amerîkî dijî mûşekan e ku ji bo xistina xwarê ya mûşekên balîstîk hatiye dîzaynkirin.

Ev sîstem sala 1987an hat dîzaynkirin lê yekem car sala 2008an hat bicîhkirin, giraniya wê 900 kîlogram e û dirêjahiya wê 6.17 metre ye.

Lloyd Austin got: “Ez dê li ser nirxandina pêdiviyên hêzên me li navçeyê berdewam bim û li gorî pêwîst, li bicîhkirina hêza zêdetir difikirim.”

Daxuyaniya Pentagonê piştî wan êrişan hat ku ji bo ser çend bingehên Amerîkayê yên li navçeyê hatin kirin.

Roja 18ê Çiriya Pêşîn bi dronan êrişî hêzên Amerîkayê yên li Bingeha Eyn Esed hat kirin, çavkaniyekê ji hêzên Amerîkayê ragihand ku karîne bersiva wan dronan bidin.

Şeva 19ê Çiriya Pêşîn jî êrişî Bingeha Esmanî ya Eyn Esedê ya Îraqê hat kirin û dengê çend teqînan li nav bingeh hat bihîstin.

Piştî êrişê “Miqawemeya Îslamî ya Îraqê” ragihand ku bi çend mûşekan Bingeha Serbazî ya Eyn Esedê ya li parêzgeha Enbarê kirine armanc û serkeftî bûye.

Ji wê demê ve hêzên Amerîkayê û Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Bingeha Esmanî ya Eyn Esedê ya Enbarê, Bingeha Esmanî ya Herîrê ya li bajarokê Herîrê ya parêzgeha Hewlêrê û li bingeheke nêzîkî Balafirgeha Bexdayê, rûbirûyê pênc êrişan bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst