Amerîkayê bangî welatan kir ku welatiyên xwe ji Rojavayê Kurdistanê vegerînin

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Karên Wezareta Derve ya Amerîkayê Christopher A. Landberg bangî welatan kir ku malbatên DAIŞê yên li kampên Rojavayê Kurdistanê vegerînin.

Li Washingtonê ji aliyê Enstîtuya Lêkolînên Rojhilata Navîn ve panelek hat organîzekirin.

Koordînatorê Buroya Têkoşîna Dijî Terorê ya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê û Nûnerê Hevpeymaniya Navneteweyî ya Dijî DAIŞê Christopher A. Landberg têkildarî biyaniyên li kamp û girtîgehên Rojavayê Kurdistanê axivî.

Landberg destnîşan kir ku gelek welatan dest bi vegerandina welatiyên xwe yên li van kamp û girtîgehan kiriye û di vî warî de "pêşketineke girîng" çêbûye.

Landberg da zanîn ku 2022yan 14 welatan nêzikî 3 hezar welatiyên û îsal jî 20 welatan nêzikî 3 hezar û 800 welatiyên xwe vegerandine.

Rayedarê Amerîkî Landberg diyar kir ku di du mehên dawî de nêzikî 2 hezar kes ji kampên Hol û Roj hatine vegerandin.

Christopher A. Landberg ragihand ku welat hewldanên xwe yên ji bo vegerandina welatiyên xwe zêde kirine.

Landberg balê kişand ser wê yekê li kampên Hol û Rojê hîn jî 25 hezar zarokên di bin 12 saliyê de hene û wiha got:

“Gelek ji van zarokan belgeyên wan ên pêwîst nînin û ji dê û bavên ji neteweyên cuda hatine dinyayê.”

Herwiha Landberg bangî welatan kir ku bêtir girîngiyê bidin vegerandina van zarokan û dema vegeriyan welatên xwe xizmetên civakî yên ku dê piştgirî bidin perwerde û rehabîlîtasyona wan bên pêşkêşkirin.

Li aliyê din, Landberg diyar kir ku tedbîrên ewlehiyê yên li Kampa Holê zêdetir hatine tundkirin û got:

“Ofîsa Têkoşîna Dijî Terorê ya Wezareta Karên Derve, tîmeke taybet ligel wezaretên din û saziyên pêwendîdar ava kiriye da ku rewşa mirovî û ewlekarî ya kampê çareser bike.”

Landberg tekez ku tundûtîjiya li kampê ku jin û zarokên çekdarên DAIŞê jî tê de ne, hatiye kontrolkirin.

Landberg destnîşan kir ku îsal ti kes nehatiye kuştin, di sala 2021ê de 90 kes û di sala 2022yan de jî zêdetirî 40 kes hatine kuştin.

“Di Tebaxa 2022yan de, Hêzên Sûriyeya Demokratîk li Kampa Holê lêgerîneke ewlehiyê ya mezin pêk anî û çar jinên zincîrkirî di tunelên ku DAIŞê ji bo veşartina çekên xwe, derxistina mirovan û perwerdekirina endamên xwe ava kiribûn de, dîtin û rizgar kirin.”

Dîplomatê Amerîkî diyar kir ku Tirkiyeyê di destpêka vê mehê de gelek êrişên esmanî li dijî binesaziya Rojavayê Kurdistanê pêk anîne û ev yek jî hewlên şerê li dijî DAIŞê xistiye bin metirsiyê.

Herwiha Landberg bal kişand ser wê yekê ku "pêwîstî bi kêmkirina aloziya li bakurrojhilatê Sûriyê heye."

Christopher A. Landberg di berdewamiya axavtina xwe de wiha got:

“Divê em hemû bi hev re hewl bidin ku DAIŞ û komên din di pêşerojê de bandora xwe li herêmê xurt nekin.

Wekî ku me di êrişa terorîstî ya hovane ya Hemasê de dît, ev rewşa nazik dikare zû biguhere.

Xwezaya terorê ev e. Ji ber hejmara komên çekdar li bakurrojhilatê Sûriyeyê û zêdebûna bêîstîqrariyê li herêmê, em nikarin ti rojekê wekî ne girîng binirxînin.

Divê êdî em hemû bi hev re tevbigerin.”