Îtalya: Hikûmeta Melonî sond xwar û dê dest bi kar bike

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîra rastgir ê tundrev Giorgia Meloni ku li Îtalyayê hikûmeta 68emîn ava kir, bi wezîrên xwe re  sond xwar û dest bi kar kir.

Di merasîma ku li Koşka Quirinal a Serokomariye hat lidarxistin da Serokwezîr Giorgia Meloni û 24 weziren koalisyona rastgir li ber Serokkomar Sergio Mattarella yek bi yek sond xwarin.

Di beşa dawî ya merasîma sondxwarinê de, Serokkomar Mattarella bi Serokwezîr Meloni û wezîrên kabîneyê re wêneyeke malbatî girt.

Hat ragihandin ku Serokwezîra Îtalyayê Meloni dê sibê bi merasîmekê li Koşka Chigi ya Serokwezîriyê bê erkê ji Mario Draghi werbigire.

Wek kevneşopiyek li Îtalyayê, serokwezîrê hikûmeta nû tê serokwezîriyê û zengilê serokwezîrê berê werdigire ku wezîran ji bo civîna yekem a civata wezîran bang bike.

Piştî radestkirina sembolîk, tê çaverêkirin ku serokwezîra nû Meloni yekem civîna kabînêyê li dar bixe.

Tê çaverêkirin ku hikûmeta Melonî di nava hefteyekê de dê dengê pêbaweriyê ji Encûmena Bilind û Senato bigire. Hikûmeta koalîsyonê ya rastgir heger di parlementoya dualî de were erêkirin dê bi fermî dest bi kar bike.

Tifaqa rastgir a bi serokatiya Melonî di hilbijartinên 25ê Îlonê yên Îtalyayê de bi ser ketibû û di her du parlamentoyan de piraniya dengan bi dest xistibû.