Danmark 2 penaberên Kurd ên ji Efrînê vedigerîne Sûriyê

22-10-2021
Hisên Omer
Hikûmeta Danmarkê mafê nîştecîbûnê ji 2 welatiyên Kurd ên ji Rojavayê Kurdistanê stand.
Hikûmeta Danmarkê mafê nîştecîbûnê ji 2 welatiyên Kurd ên ji Rojavayê Kurdistanê stand.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Danîmark biryara ragirtina mafê niştecîbûna du penaberên Kurd ên ji Rojavayê Kurdistanê daye, ku xelkê herêma Efrînê ne. Piştî çend rûniştinên dadgehê, dadwer biryar daye ku ew herdu welatiyên Kurd ji bo Sûriyê bên vegerandin.

Nûrî Mûsa 73 salî û xelkê Efrînê ye û biryara vegerandina wî û hevjîna wî hatiye dan. Herdu jî nexweş in û hevjîna wî astengdar e

Derbarê vê dosyayê de, pisporekî yasayî yê Kurd li Danmarkê ji Rûdawê re ragihand, ku Rêveberiya Penaberan li Danmarkê tenê dosyayên xelkê parêzgeha Şamê û gundewarên wê vedike, û dosyayên niştecîbûnên siyasî venake.

Nivîskarê Kurd ê li Danmarê, Ebdulqadir Hûrî jî got, hikûmeta Danmarkê kesên ku li gor qanûnê, mafê nîştecîbûna qanûnî wergiritin, venagerîne tenê eger kesekî tawan kiribe, dadgeh biryara vegerandina wan dide. Bi gotina Ebdulqadir Hûrî, hikûmeta Danmarkê wan kesên ku nîştecîbûna mirovî yan jî nîştecîbûna navdewletî wergirtine, vedigerîne.

Ebdulqadir Hûrî dibêje, hikûmeta Danmarkê dibîne ku Şam aram e.

Ji bo piştevanîkirina penaberên ku di jêr gefa vegerandinê bo Sûriyê de ne, li Danmarkê kempîneke gelêrî hatiye destpêkirin. Bêhtirî 50 kes yadaştnameyek îmze kirine da ku radestî parlamentoya wî welatî bikin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst