Kurd jî tevlî lutkeya entegrasyonê ya CDU bûn

22-10-2014
Nasredîn Akyol
Nîşan merkel entegrasyon kurd
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Îro li Berlînê partiya desthilatdar ya Almanyayê CDU mijara entegrasyona biyaniyên li Elmanyayê nîqaş dike. Di nav kesên beşdarî lutkeya entegrasyonê ya CDU bûn, Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel û Wezîrê Navxwe yê Almanyayê Thomas de Maiziere jî hebûn.

 

Li ser navê kurdan Serokê Navenda Lêkolînên Kurdî li Bonnê (NAVEND) Metin Incesu hatibû vexwendin. Di çarçoveya lutkeyê de dê gelek semînerên girêdayî mijara entegrasyonê bên lidarxistin. Gelek mêvan kesên bingeh biyanî ne ku li Almanyayê bi ser ketine.

 

Civîn di jêr navê “Hatin Almanyayê – Gihiştin Almanyayê? Derfetên Pirengiyê“ tê lidarxistin û vekirina lutkeyê ji aliyê serokwezîra Almanyayê Angela Merkel ve hate kirin. Merkel di gotara xwe de daxwaz kir ku hewlên jihevnêzîkbûna civakê bên zêdekirin û diyar kir ku “Derfeta Almanyayê heye ku bibe welatekî hewandinê yê gelekî baş.

 

Li gorî statîstîkên fermî, li Almanyaya xwedî 81 milyon niştecih, ji pêncan yekê niştecihên Almanyayê bi koka xwe biyanî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst