Ji Guterres hişyarî: Bila Libnan nebe Xezeyeke nû

22-09-2024
RÛDAW
Nîşan Antonio Guterres Îsraîl Hizbulaha Libnanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres diyar kir ku rageşiya di navbera Îsraîl û Hizbulahê de zêde bûye got, “Îhtimala ku Libnan bibe Xezeyeke nû min dixe fikarê."

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ji têlevîzyona Amerikî CNNê re axivî û beriya civînên Lijneya Giştî ya NYê rageşiya li Rojhilata Navîn nirxand.

Guterres destnîşan kir ku rageşiyadi navbera Îsraîl û Hizbulahê de zêde bûye û êrişa dawî ya ku Îsraîlê ya li Libnanê ev rageşî zêdetir kir û ev jî mirovan dixe fikarê.

Guterres got, "Îhtimala ku Libnan bibe Xezeyeke nû, min dixe fikarê. Bila Libnan nebe Xezeyeke nû."

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ji bo ku "rageşiyê kêm bikin" hem bangî Îsraîlê hem jî bangî Hizbulahê kir.

Guterres bal kişand ser krîza mirovî ya ku li Xezeyê dewam dike.

Herwiha Guterres diyar kir ku li gorî wî vê gavê ne Îsraîl ne jî Hemas bi agirbestê re mijûl e.

Guterres got, "Ev yek eşkere ye ku her du alî jî bi agirbestê re eleqedar nabin. Ev trajedî ye, lewra divê ev şer bi dawî bibe."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst