Wezîrê Tenduristiyê yê Îraqê: Em dê nexweşên Herêma Kurdistanê bişînin derve

22-09-2023
Diyar Kurde
Wezîrê Tendirustiyê yê Îraqê Salih Mehdî Hesnawî
Wezîrê Tendirustiyê yê Îraqê Salih Mehdî Hesnawî
Nîşan Wezîrê Tenduristiyê ya Îraqê Neteweyên Yekbûyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Tenduristiyê yê Îraqê ragihand ku ew li gorî yasaya budçeyê dermanan ji bo Herêma Kurdistanê dişînin.

Wezîrê Tenduristiyê yê Îraqê Salih Mehdî Hesnawî li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê bi Nûçegihanê Rûdawê Diyar Kurde re axivî.

“Wezaret ji tenduristiya giştî ya Îraqê berpirsiyar e”

Wezîrê Tendirustiyê yê Îraqê Salih Mehdî Hesnawî ragihand:

“Wezareta Tenduristiyê ji tenduristiya giştî ya Îraqê berpirsiyar e lê li gorî yasaya budçeyê pêwendiyên me yên bi Herêma Kurdistanê re tenê girêdayî mesrefan e.

Tenê yên girêdayî dermanan e ango para herêmê yê dermanan ji Wezareta Tenduristiyê tên wergirtin.”

Salih Mehdî Hesnawî diyar kir ku mijarên din ên girêdayî amar û rêveberiya tenduristî û avakirina nexweşxaneyan di nava budceya Herêma Kurdistanê de ne û ti pêwendiya wan bi Wezareta Tenduristiyê ya Îraqê re nîne.

Wezîrê Tendirustiyê yê Îraqê destnîşan kir ku pêwendiyên wan ên baş bi Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê hene û bi serdanan wan gelek tişt hêsan kirine û got:

“Tevî ku budçeya Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê budçeyeke serbixwe ye lê dîsa jî tenduristiya welatiyan girêdayî me ye.

Bi rêya tîma bijîşkî dema ku pêwîstiya nexweşekî ji Herêma Kurdistanê bi çareseriya dermankirinê ya li derveyî Îraqê hebe ew ji Wezareta Tendirustiyê ya Bexdayê re tên şandin.”

Salih Mehdî Hesnawî herwiha diyar kir ku li Îraqê ti alîkariyeke tenduristiyê ya navdewletî nîne û ew tenê xwe dispêrin budçeyê û got:

“Hinek deyn hene û ew deyn ên Herêma Kurdistanê ne jî, çi deynên avakirina nexweşxaneyan bin yan jî yên ji bo amûrên tenduristiyê bin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst