Beşar Esad piştî 20 salan çû Çînê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Çînê Xi Jinping îro bi Serokkomarê Sûriyeyê Beşar Esad re civiya.

Beşar Esad û hevjîna wî Esmaa Esad li Çnê bi awayekî germ hatin pêşwazîkirin.

Hat ragihandin ku Serokê Çînê Xi Jinping li Hangzhouya paytexta eyaleta Zhejiang a li rojhilatê Çînê bi Serokkomarê Sûriyeyê Beşar Esed re hevdîtin kir.

Wezareta Karên Derve ya Çînê jî amajeyê bi peywendiyên dîrokî yên di navbera Çîn û Sûriyê de dide.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Çînê Mao Ningê got, “Çîn û Sûriye dostaniyeke wan a kûr û dîrokî heye.

Sûriye yek ji welatên Erebî bû ku peywendiyên dîplomasî ligel Komara Gel a Çînê de çêkirin.

Pêwendiyên Çîn û Sûriyeyê bi awayekî tendurist û di pêşketineke cihgîr de mane.

Herwiha Serokê Sûriye Beşar Esed girîngiyeke zêde dide pêşxistina pêwendiyên Sûriye û Çînê.”

Piştî 20 salan Beşar Esad serdana xwe ya duyem bo Çînê dike.

Beşar Esad Hezîrana 2004an cara yekem çûbû serdana Çînê.

Herwiha Mao Ningê anî ziman ku “Piştî destbikarbûna wî wek serokê welatê xwe ev duyem serdana wî ya ji bo Çînê ye.

Em di wê baweriyê de ne ku serdana Serok Beşar Esed dê baweriya siyasî û hevkariya di warên cuda de di navbera her du welatan de kûrtir bike.”

Li gor Wezareta Karên Derve ya Çînê roja Înê dê gotûbêjên fermî di navbera serokên Çîn û Sûriyeyê de derbarê amadebûna pratîk û bibandor a Çînê li Sûriyê destpê bikin.

Roja şemiyê jî dê Esad li bajarê Hangzhou-Hangtço di Xula Lîstikên Asyayê de amade bibe.