Amerîka: Divê di demeke herî nêzik de xeta boriya Îraq-Tirkiyeyê bê vekirin

22-09-2023
RÛDAW
Nîşan Amerîka Îraq Tirkiye Brett McGurk Amos Hochstein Mihemed Şiya Sûdanî Petrola Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Brett McGurk û Amos Hochstein pêşwazî li rêkeftinên vê dawiyê yên navbera Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên derbarê terxankirina budceya mehane kir.

Herwiha Brett McGurk û Amos Hochstein tekezî li ser wê yekê kirin ku xeta boriya navbera Îraq û Tirkiyeyê di demeke herî nêzik de cardin bê vekirin.

Cîgirê Alîkarê Wezîrê Serokê Amerîkayê û Koordînatorê Koşk Spî yê ji bo Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê Brett McGurk û Şêwirmendê Bilind ê Serokê Amerîkayê yê ji bo enerjî û veberhênanê Amos Hochstein li New Yorkê bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiyan.

Koşka Spî di derbarê civînê de daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, Brett McGurk û Amos Hochstein diyar kirine ku ew pêşwaziyê li rêkefirna di navbera Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya derbarê budceyê de dikin.

Herwiha Herwiha Brett McGurk û Amos Hochstein tekezî li ser wê yekê kirin ku xeta boriya navbera Îraq û Tirkiyeyê di demeke herî nêzik de cardin bê vekirin.

Li aliyê din ofîsa Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîa Sûdanî jî li ser civînê daxuyaniyek da.

Di daxuyniyê de hat ragihandin ku her du aliyan pêşxistina peywendiyên Îraq û Amerîkayê di warên cuda de li gorî berjewendiyên her du welatan gotûbêj kiriye.

Herwiha Sûdanî derbarê têkoşîna Hêzên Ewlehiyê ya Îraqê yên li dijî DAIŞê de jî agahî daye şandeya Amerîkayê.

Dadgeha Navbeynkariyê ya Parîsê li ser serlêdana Îraqê, Adara 2023yan 1,5 milyar dolar ceza dabû Tirkiyeyê.

Piştî vê biryarê Tirkiyeyê 25ê Adarê xeta boriya petrolê ya Ceyhanê girt û hinartina petrolê rawestandibû.

Hikûmeta Federal a Îraqê îdia dike ku kompaniya dewletê SOMO tekane saziya fermî ye ku dikare petrolê bi rêya Ceyhanê hinarde bike.

Heta niha ji bo hinartina petrolê di navbera Îraq û Tirkiyeyê de cend hevdîtin hatibin kirin jî ti encamek jê derneketiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst