Wezîrê Aştiyê yê Sûdana Başûr: Çareserî ji çarenivîsa Kurdan re heye

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Aştiyê yê Sûdana Başûr Stephen Par Cole ji Rûdawê got, “Çareserî ji çarenivîsa Kurdan re heye. Divê di zûtirîn demê de were çareserkirin.” 

Wezîrê Aştiyê yê Sûdana Başûr Stephen Par Cole ji bo beşdariya civîna 78emîn Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê ye.

Wezîr Stephen Par Cole bersiva pirsên Nûçegihanê Rûdawê Sinan Tunçdemir da.

Stephen Par Cole derbarê Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî got:

“Civînek bi serkeftî pêk tê. Ez hêvî dikim ku civîn bibe wesileya aramiya cîhanî. Em dixwazin çareseriyeke mayînde ji bo şer û pirsgirêkên cîhanê were peydakirin.

Bi taybetî ji bo geşedanên herî dawî yên weke karesatên li Lîbya û Mexrib rû dane ango şerê li Ukraynayê divê hewldanên me hebin.”

“Bila aşitî bi ser keve”

Stephen Par Cole wiha berdewam kir: “Em hêvî dikin ku çareserkirina kirîzên mirovî bibe deriyek û jiyana xelkê li seranserê cîhanê baştir bibe. Bila şerê Ukrayna bi dawî bibe û aştî li Rûsyayê bi ser bi keve.”

“Şerê Sûriyeyê nehat gotûbêjkirin”

Stephen Par Cole  diyar kir ku di civînê de şerê Sûriyeyê nehatiye gotûbêjkirin lê behsa Lîbya, Ukrayna û pirsgirêkên navdewletan hatin kirin.

Derbarê krîza li Sûriyeyê de jî Stephen Par Cole wiha axivî:

“Divê ez bêjim, ev pirsgirêkekî hertimî ye û pêwîst e bi gotûbêjê were çareserkirin. Weke Sûriyeyê gelek mijarên din ji ên weke şerê Filistîn û Îsraîlê pêwîstî bi çareseriyê heye.”

“Çarenivîsa pirsa Kurdan heye”

Wezîr Stephen Par Cole ji bo pirsgirêka gelê Kurd jî got:

“Divê çarenivîsa gelê Kurd li Îraq, Îran, Sûriye û welatên din were çareserkirin. Çareserî ji çarenivîsa wan re heye.”