Wezîrê Darayî yê Başûrê Sûdanê: Em hewl didin li Sûdanê navbeynkariyê bikin

22-09-2023
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Başûrê Sûdanê Barnaba Chol Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Darayî û Plandanînê yê Başûrê Sûdanê Bak Barnaba Chol ji Rûdawê re got, hikûmeta wan hewl dide wek navbêynkar ji bo bidawîanîna şerê navxwe yê Sûdanê rola xwe bileyze.

Wezîrê Darayî û Plandanînê yê Başûrê Sûdanê Bak Barnaba Chol li baregeha sereke ya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê ji nûçegihanê Rûdawê re axivî.

Bak Barnaba Chol diyar kir ku ew di wê baweriyê de ye bi piştîvaniya Neteweyên Yekbûyî û Encûmena Ewlehiyê krîza Sûdanê dikare were çareserkirin.

15ê Nîsana îsal şer û pevçûnan di navbera Artêşa Sûdanê ya bi serokatiya Ebdulfetah Burhan û Hêzên Piştevaniya Bilez (RSF) bi serokatiya Mihemed Deqlo dest pê kiribûn.

Tevî hewlên Erebistana Siûdiyê û welatên cîhanê ji bo navbeynkariyê şer berdewam e.

Heta niha bi kêmanî çar hezar kes ji ber şer hatine kuştin û şeş hezar kesên din jî birîndar bûne.

Herwiha 4,1 milyon jî koçber bûne û 1,1 milyonê din jî çûne welatên cîran.

Başûrê Sûdanê berî 12 salan ji Sûdanê cuda bûye û serxwebûn wergirtiye.

Wezîrê Darayî û Plandanînê yê Başûrê Sûdanê Bak Barnaba Chol diyar kir ku ew bi hêvî ne ku di demeke nêzîk de aştî li Sûdanê bicih bibe.

Bak Barnaba Chol got, “Me serxwebûna xwe bi piştevaniya navçeyê û welatên zêde bihêz ên pêşketî wek Amerîkayê bi dest xist. Dema me xebat ji bo serxwebûna welatê xwe dikir wan piştevanî li mafên me kir.

Heta niha jî ji aliyê Amerîka û welatên cuda ve piştîvaniya me tê kirin. Wate peywendiyên me yên baş bi Amerîka û hinek welatên cîhanê re heye. Yek ji wan jî Sûdan e ku em jê cuda bûne.

Sûdan niha di şerê navxwe de ye, em hewl didin wek navbeynkar li milmilaneya Sûdanê rolê bibînin.

Bi piştîvaniya Neteweyên Yekbûyî û Civata Eewlehiyê, bi nerîna min kirîza Sûdanê dikare were çareserkirin. Em hêvîdar in di demeke nêzîk de aştiyê li Sûdanê bibînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst