Anonymousê malpera Elî Xamineyî hack kir
Hewlêr (Rûdaw) – Grûpa herî navdar a hackkirinê ya cîhanê ya bi navê Anonymous tê naskirin, li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku wan malpera Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û serokatiya Komara Îslamî ya Îranê hack kirine û her wiha hezar kamerayên çavdêriyê yên Îranê jî ji kar xistine.
Raporên curbicur nîşan didin ku hêzên ewlekariyê yên Îranê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji bo naskirin û girtina xwepêşanderan dîmenên kamerayên çavdêriyê bi kar tînin.
Ji destpêka xwepêşandanan li Îranê ku piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî destpêkiribû û 6 roj in bê navber berdewam dikin, Grûpa herî navdar a hackkirinê ya cîhanê ya bi navê Anonymous li dijî Hikûmeta Îranê “şer” ragihandiye û di heyama du rojên borî de çend malperên girîng ên hikûmetê jî hack kirine û ji kar xistine.
Di dema êrîşa ser malperên Hikûmeta Îranê de, hackerên Anonymousê malperên ragihandinê yên hikûmetê, portala hikûmeta nîştimanî ya zîrek, malpera Banka Navendî, pizîşkiya dadwerî, Wezareta Rewşenbîrî û malpera radyo û televîzyona Hikûmeta Îranê kirin armanc.
Beşek ji malperên ku ji aliyê Anonymousê ve hatin hackkirin piştî demekê vegeriyan rewşa normal û hinekên din jî wek malpera Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî ya versîyonên Farsî û Îngilîzî heta niha jî berdest nînin.
Jîna Emînî ya 22 salî û xelka Seqizê êvara roja Sêşema 13ê Îlona 2022an li stasyona Heqanî ya metroya Îranê ji aliyê Polîsê Exlaqê yê Tehranê ve bi hinceta pabendnebûna bi hicaba Îslamî hatibû desteserkirin û paşê bo girtîgeheke polîsan li cadeya Wezîran a Tehranê hatibû şandin.
Roja 16ê Îlonê piştî ku sê rojan li Nexweşxaneya Kesra ya Tehranê ma û di demekê de ku di komayê de bû û mejiyê wê rawestiyabû, Jîna Emînî canê xwe ji dest da.
https://t.co/d9qEvnl9YW | Ayatollah Khamenei Down.
— Spid3r 🕷️ 🏴☠️ (@YourAnonSpider) September 22, 2022
By : https://t.co/STAJiVvwta @YourAnonSpider #Anonymous #OpIran pic.twitter.com/e49Ni8ByWU