Balyozê Ukraynayê yê Neteweyên Yekbûyî bo Rûdawê: Ez bawer im Yekîtiya Ewropayê dê bersiveke tund bide daxuyaniya Serok Pûtîn

22-09-2022
Roj Elî Zale
Roj Elî Zale
Balyozê Ukraynayê li Neteweyên Yekbûyî Sergiy Kyslytsya
Balyozê Ukraynayê li Neteweyên Yekbûyî Sergiy Kyslytsya
Nîşan Sergiy Kyslytsya Ukrayna Êrişa Rûsya li dijî Ukrayna Neteweyên Yekbûyî
A+ A-

Balyozê Ukraynayê li Neteweyên Yekbûyî Sergiy Kyslytsya di hevpeyvîneke kurt de ji Rûdawê re ragihand ku ew di wê baweriyê de ye ku "Yekîtiya Ewropayê dê bi tundî bersiva biryara nû ya Serok Pûtîn bide."

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn roja Çarşemê 21ê Îlona 2022an di gotarekê de tevgera beşek ji hêzên yedeg ên artêşa Rûsyayê ji bo pêkanîna armanca xwe li Ukraynayê û kontrolkirina tevahiya herêma Donbassê ragihand.

Balyozê Ukraynayê li Neteweyên Yekbûyî Sergiy Kyslytsya roja 21ê Îlona 2022an li New Yorkê ji Rûdawê re got, ew çaverê dikin di civîna Encûmena Wezîran a Yekîtiya Ewropayê de biryara cezayên nû yên li dijî Rûsyayê were dayîn.

Balyozê Ukraynayê li Neteweyên Yekbûyî Sergiy Kyslytsya bersiva pirsên Rûdawê da.

Rûdaw: Pirsa min ji we ew e ku biryara Rûsya ya îro ya bangkirina welatiyên xwe bo leşkeriyê dê çiqas rewşa Ukrayna û Rûsyayê biguherîne?

Balyozê Ukraynayê li Neteweyên Yekbûyî Sergiy Kyslytsya: Ne girîng e ku ew çend leşkeran dişînin Ukraynayê, her leşkerek xwedî bijardeyekî ye; xwe radest bike, vekişe an jî were kuştin. Bi rastî, ne hêsan e ku sivîlan perwerde bikin û nikarin sivîlan rasterast bişînin qada şer ji ber ku ew ê rasterast werin tunekirin. Ez wisa difikirim ku dayik, xwişk û jinên Rûs baş fêm dikin, ev yek ji wan sedeman e ku Rûs bi kelecan ji welatê xwe direvin, heger hûn ji Turkish Airlines û kompanyayên firokeyên din bipirsin ku mirov çawa ji Moskova û St. Petersburgê direvin derve. Piraniya bilêtên çend hefteyan hemî hatine firotin.

Rûdaw: Hûn li bendê ne ku Yekîtiya Ewropayê cezayên nû bisepîne?

Balyozê Ukraynayê li Neteweyên Yekbûyî Sergiy Kyslytsya: Yekîtiya Ewropayê dê di demeke nêzîk de civîneke Civata Wezîrên Derve li dar bixe da ku biryarê bide ka dê çawa bersivê bide.

Rûdaw: Hêviya we ji civînê çi ye?

Balyozê Ukraynayê li Neteweyên Yekbûyî Sergiy Kyslytsya: Ez bawer im ku Yekîtiya Ewropayê dê bersiveke tund bide daxuyaniya Serok Putin ya îro.

Rûdaw: Hûn li bendê ne ku di demeke nêzîk de di rewşa Ukraynayê de guherîn çê bibe?

Balyozê Ukraynayê li Neteweyên Yekbûyî Sergiy Kyslytsya: Şer dê bi dawî bibe û sibe şer dê ji holê rabe û tevahiya axa Ukraynayê dê were azadkirin û her leşkerên biyanî yên ku li wir bimînin dê yan dîl bên girtin an jî jinavbirin.

Rûdaw: Pirsa dawî, gelo hûn bi hemû awayî ji aliyê hevpeymanên xwe ve tên piştevanîkirin?

Balyozê Ukraynayê li Neteweyên Yekbûyî Sergiy Kyslytsya: Em her tim ji aliyê hevpeymanên xwe ve tên piştevanîkirin, wek hûn jî dizanin, derdora me ya hevpeymanan her roj berfirehtir dibe û her kes dixwaze bibe beşeke serkeftinê û em dê bi ser jî bikevin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst