Komîsyarê Yekitiya Ewropayê bo Rûdawê: Li benda sizayên zêdetir ên li ser Rûsyayê bibin

22-09-2022
RÛDAW
Nîşan Janz Lenarcic Yekitiya Ewropayê Rûsya
A+ A-

Komîsyarê Yekitiya Ewropayê yê Karûbarên Qeyranan Janz Lenarcic nerazîbûna Yekitiya Ewropayê li ser biryareke nû ya Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn ji Rûdawê re got, “Ji aliyê civaka navneteweyî ve divê bi şêwaza herî tund were şermezarkirin.” û diyar kir ku li hêviya sizayên zêdetir ên li ser Rûsyayê bibin.

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn roja Çarşemê 21ê Îlona 2022an di gotarekê de tevgera beşek ji hêzên yedeg ên artêşa Rûsyayê ji bo pêkanîna armanca xwe li Ukraynayê û kontrolkirina tevahiya herêma Donbassê ragihand.

Li gor biryara serokomar divê 300 hezar kesên ku tecrubeyên wan ên leşkerî hene çek hilgirin û li eniyeke 1000 kîlometreyî ya li ser sînorê Donbassê di artêşê de şer bikin. Vladimîr Pûtîn armanca vê biryarê bi "rizgarkirina herêmê bi tevahî" bi nav kir.

Rûdawê li ser biryara Pûtîn û rojevê bi Komîsyarê Yekitiya Ewropayê yê Karûbarên Qeyranan Janz Lenarcic re axivî:

Rûdaw: Li ser mijara Rûsyayê, me îro bihîst ku Rûsya sivîlan ji bo leşkeriyê vedixwîne, gelo ev biryar dê çi bandorê li şerê Ukrayna û Rûsyayaê bike? Tu difikirî li ser biryarê?

Komîsyarê Yekitiya Ewropayê yê Karûbarên Qeyranan Janz Lenarcic: Ev pêşkeftineke xemgîn e ku divê şermezarkirina herî tund ji aliyê civaka navneteweyî ve were kirin, nemaze ku serkirdayetiya Rûsyayê îro biryar da ku dijminahiya xwe ya sûcdar li dijî Ukraynayê xurttir bike. Peyama me û ya Yekitiya Ewropayê pir zelal e, em ê piştgiriya xwe ya ji bo Ukraynayê bidomînin da ku bi qasî ku hewce bike xwe biparêze.

Rûdaw: Divê em li hêviya sizayên nû ji Yekîtiya Ewropayê bin?

Komîsyarê Yekitiya Ewropayê yê Karûbarên Qeyranan Janz Lenarcic: Li bendê bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst