Wezîrê Çandiniyê yê Şaneşîna Eswatini bo Rûdawê: Guhertina keşûhewayê tevaya cîhanê wêran kiriye

22-09-2022
RÛDAW
Wezîrê Çandiniyê yê Şaneşîna Eswatini, Moses Vilakati
Wezîrê Çandiniyê yê Şaneşîna Eswatini, Moses Vilakati
A+ A-

New York (Rûdaw) - Wezîrê Çandiniyê yê Şaneşîna Eswatini Moses Vilakati di bersiva pirseke Tora Medyayî ya Rûdawê de ragihand ku armanca wan ji beşdarîkirina di civîna îsal a Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de ew e ku bizanin Neteweyên Yekbûyî dê çi çareseriyekê bo guhertina keşûhewayê dibîne “çunke ev babet têkildarî me ye û bûye sedema wêrankirina tevaya cihanê”.

Şaneşîna Eswatini ku hem nola (Şaneşîna Swaziland)ê jî tê binavkirin, li parzemîna Afrîqayê cih digire. Li rojhilatê wê welatê Mozambiqê heye, li bakur û başûrê wê jî Başûrê Afrîqayê heye û rûbera wê 17363 km e.

Sala 2020 hejmara şêniyên wê milyonek û 160 hezar kes bû. Ji sala 2005ê ve destûra xwe heye. Zimanê fermî yê welêt ingilîzî ye û payexta wî bajarê Mbabane ye. Welatekî kiştûkalî ye û xwedan gelek berheman e.             

Naveroka pirsên Rûdawê û bersivên Wezîrê Çandiniyê yê Şaneşîna Eswatini

Rûdaw: Gelo armanca Eswatini di civîna Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de çi ye?

Wezîrê Çandiniyê yê Şaneşîna Eswatini: Em li vir bêtir qala wan babetan dikin ku girêdayî guhertina keşûhewayê ne. Çunke ev mijar têkildarî me ye û bûye sedema wêrankirina tevaya dinyayê. Em hewl didin bibînin ku çawa tevaya Neteweyên Yekbûyî bikare bi hev re vê mijarê gotûbêj bike û çareseriyekê bibîne. Armanca me ev e.

Rûdaw: Keşûhewa di heyama şerê Ukraynayê de, gelek kes giringiyeke zêde nadin vê mijarê, ma ev ne kêşe ye. Gelo helwesta Şaneşîna Eswatini li ser şerê Ukraynayê, çi ye?

Wezîrê Çandiniyê yê Şaneşîna Eswatini: Ev pirsgirêk e, çunke ew hemû mijar bandorê li ser rewşa aborî dikin. Ji ber ku şer rû hevrikî kartêkirinê li ser rewşa aborî dikin. Lewra divê cihekê me yê çêtir ji bo jiyanê hebe.

Rûdaw: Helwesta we li ser şerê Ukraynayê çi ye?

Wezîrê Çandiniyê yê Şaneşîna Eswatini: Helwesta me ew e ku pêwîstiya her welatekî bi aştiyê heye, ev çareseriya tikîtenê ye.   

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst