Serokwezîrê Keneda bo Rûdawê: Em pabendî hevkarîkirina ji bo şikandina DAIŞê ne

22-09-2022
Mecîd Nizamedîn Gilî
Mecîd Nizamedîn Gilî
Serokwezîrê Kenedayê Justin Trudeau
Serokwezîrê Kenedayê Justin Trudeau
Nîşan Keneda Justin Trudeau
A+ A-

New York (Rûdaw) - Serokwezîrê Kenedayê Justin Trudeau di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, ew rijdin li ser berdewambûna Kenedayê di hevkariyên xwe yên ji bo têkbirina DAIŞê de.

Serokwezîrê Keneda Justin Trudeau ku ji bo beşdariya di civîna salane ya Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de, duh 21ê îlona 2022yan li New Yorkê bû, di bersiva pirseke Tora Medyayî ya Rûdawê de ragihand “Keneda hertim li her cihekî cîhanê bûye ku pêwîstiya wan pê hebûye”.

Nêzî mehek berî niha yekîneya serbazî ya esmanî ya Kenedayê ya li Rojhilata Navîn bo Brîtanyayê hat veguhastin, ew jî ji bo zêdetir alîkarîkirina Ukraynayê bike. Derbarê wê yekê de ka gelo alîkarîkirina Ukraynayê dê bandorê li rola wan a li Iraqê ji bo têkbirina DAIŞê hebe yan na, Justin Trudeau ragihand, “Dê pabendiya me bi şerkirina li dij terorê, pabendiya dûr û dirêj û kevnar a Keneda li Iraqê bi armanca şikandina DAIŞê berdewam bibe.”

Erka serbazî ya Kenedayê ji bo rûbirûbûna DAIŞê di Cotmeha sala 2014an de bi beşdariya firokeyên şer ên wî welatî di Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de dest pê kir.

Hikûmeta Kanadayê dibêje, di salên navbera 2016 heta 2022 de 4 milyar dolar ji bo rûbirûbûna krîzan li Iraq û Sûriyê xerc kiriye.

Serokwezîrê Kenedayê herwiha diyar dike, “Em dê berdewam bin li ser wêya ku di çend erkên NATO û navdewletî de çalak bimînin, ji bo şerê dijî terorê û piştgiriya hevpeymanên me yên di NATOê de û hebûna me li kêleka hevalên me yên wek Ukraynayê, û amadebûna me li wan cih û qadên cîhanê ku krîz lê hene.”

Di destpêka şerê Rûsya û Ukraynayê de ku Sibata îsal dest pê kir, beşek ji welatên rojavayî alîkariyên serbazî şandin Ukrayanyê, di wê çarçoveyê de jî Kenedayê 472 milyon dolar alîkariyên serbazî ji Ukraynayê re şandiye.

Herwiha hêza esmanî ya Kenedayê zêdetir ji 3 milyon û 500 hezar pound alîkariyên darayî yên hevpeymanan gihandiye Ukraynayê.

Naveroka pirsa Rûdawê û bersiva Serokwezîrê Kenedayê

Rûdaw: Serokwezîrê rêzdar, dîsa derbarê livandina hêzên leşkerî, lê li Rojhilata Navîn, tam berî 28 rojan, yekîneya leşkerî ya esmanî ya Keneda, ji Rojhilata Navîn bo Brîtanyayê hat veguhastin ji bo piştevanîkirina hewldanên we yên alîkarîkirina Ukraynayê. Gelo ev ne destpêka bidawîhatina piştevaniya we ya leşkerî bo Iraq û Herêma Kurdistanê di şerê nehîştina teror û DAIŞê de ye?

Serokwezîrê Keneda Justin Trudeau: Dê pabendiya me bi şerkirina li dij terorê, pabendiya dûr û dirêj û kevnar a Keneda li Iraqê bi armanca şikandina DAIŞê berdewam bibe. Em dê li ser wê yekê berdewam bin ku em di çend erkên NATO û navdewletî de çalak bimînin, ji bo şerkirina li dij terorê û piştevanîkirina hevpeymanên me li NATOyê û sekina me li tenişta hevrêyên me wek Ukraynayê û amadebûna me li wan cih û meydanên ku kirîz li wan hene. Keneda hertim li her cihekî cîhanê bû ku pêwîstiya wan pê hebû û em dê li ser vê karî berdewam bin jî.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst