Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî bo Rûdawê: Eger Îran rê bide em dê di çend mehan de pişkinînên xwe temam bikin

22-09-2022
Mecîd Nizamedîn Gilî
Mecîd Nizamedîn Gilî
A+ A-

New York (Rûdaw) - Rêveberê Giştî yê Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî Rafael Grossi ji Rûdawê re ragihand, eger Îran alîkar be ew dikarin di nava çend mehan de pişkinînên xwe li wan sê cihan bi dawî bikin ku şûnwarê uraniyoma meydanî lê hatibû dîtin.

Rêveberê Giştî yê Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî roja Çarşembê 21ê Îlona 2022an li bajarê New Yorkê di konferanseke rojnamevanî de ku nûçegihanê Rûdawê Mecîd Gilî jî têde amade bû, li ser bernameya atomî ya Îranê axivî û ragihand, mijarên di navbera Îran û ajansê de nayên paşguhkirin û pêwîste ku bên çareserkirin.

Yek ji wan nakokiyan ku wê ajansa ser bi Neteweyên Yekbûyî ve ligel Tehran heye ew e ku mufetişên ajansê bermahiyên uraniyoma meyandî li sê cihên serbazî dîtine ku Tehranê pêştir aşkere nekiriye li wan deran çalakiyên atomî pêk anîne.

Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî daxwaza zelalkirinan ji Tehran kiriye û ji wî welatî xwestiye aşkere bike ka çima li wan sê cihên serbazî uraniyoma meyandî hebûye, di demekê de ku hikûmeta Îranê bi berdewamî dibêje, armanca bernameya atomî ya wî welatî aştiyane ye û ji bo çêkirina elektrîkê û bikaranîna wê di warê pizîşkî de ye, ne çêkirina bomba atomî.

Îranê heta niha bersiva wê pirsa Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî nedaye.

Wek mercekê bo çalakkirina rêkeftina atomî jî, Tehran daxwaz dike ku ajans dest ji lêkolînên xwe yên li wan sê cihên serbazî berde.

Lê belê welatên rojavayî yên ku rêkeftina atomî ya sala 2015 bi Îranê re îmze kirine, wiha difikirin ku ti têkiliyeke lêkolînên ajansê bi danûstandinên atomî nîne û nabe ku ew du mijar werin tevlihevkirin.

Rafael Grossi ji rojnamevanan re got, “gihîştina Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî bi saziyên atomî yên Îranê sînordar e. Em amade ne careke din bi Îranê re kar bikin.”

Grossi herwiha hêvî kir ku di çend rojên bihê de bi berpirsên Îranê re bicive.

Nûçegihanê Rûdawê ji Rafael Grossi pirsî, eger Îran derî li ser wan veke, ajansa wan çi qas dem dixwaze ji bo ku bikare pişkinînên xwe temam bike, di bersivê de Rêvebirê Giştî yê Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî got:Destnîşankirinê demekê ji bo gotinê zehmet e. Çimkî pevguhertin di proseya zelalkirina pirsan de heye. Em dipirsin û bersivê werdigirin. Li ser xwerista wan bersivan dimîne ka gelo dê pirsên me yên bêtir hebin yan na. Eger ez niha ji te re bibêjim ku em hêvîdar in em heta sê hefteyên din bikarin bigihin wê armancê, dibe ku dem hinekî destçêkirî be. Çimkî mesele girêdayî hevkarbûnê ye. Di heman demê de ez naxwazim we bêyî hizirekê bihêlim. Tişta ku baweriya me pê tê ew e ku bi hevkariya tevahî û bi vebûnê, dê ev kar çend salan dirêj neke, lê dibe ku çend mehan dirêj bike. Lê ez gelekî piştrast im ku em dikarin zelalkirinan bi dest bixin li ser ka çi li wir qewimiye.”

Naveroka pirsa Rûdawê û bersiva Rêveberê Giştî yê Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî

Rûdaw: Gelek spas. Ez Mecîd im, ji Tora Medyayî ya Rûdawê. Derbarê mijara Îranê, rêzdar rêveberê giştî, eger Îran deriyên xwe ji we re veke ji bo ku hûn her sê cihan lêgerîn bikin, çiqas dem divê da ajansa we bikare bizane ew paşmaka uranyumê çi ye û çi bi ser hatiye? Gelo demeke destnîşankirî heye? Gelo ti rêbazeke lêkolînê heye ji bo ku were piştrastkirin ku programa atomî ya Îranê wek ew bi xwe dibêjin ji %100 aştiyane ye?

Rêveberê Giştî yê Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî Rafael Grossi: Destnîşankirinê demekê ji bo gotinê zehmet e. Çimkî pevguhertin di proseya zelalkirina pirsan de heye. Em dipirsin û bersivê werdigirin. Li ser xwerista wan bersivan dimîne ka gelo dê pirsên me yên bêtir hebin yan na. Eger ez niha ji te re bibêjim ku em hêvîdar in em heta sê hefteyên din bikarin bigihin wê armancê, dibe ku dem hinekî destçêkirî be. Çimkî mesele girêdayî hevkarbûnê ye. Di heman demê de ez naxwazim we bêyî hizirekê bihêlim. Tişta ku baweriya me pê tê ew e ku bi hevkariya tevahî û bi vebûnê, dê ev kar çend salan dirêj neke, lê dibe ku çend mehan dirêj bike. Lê ez gelekî piştrast im ku em dikarin zelalkirinan bi dest bixin li ser ka çi li wir qewimiye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst