Rapirsiyên dawî: Partiya Merkel dibê opozîsyon

22-09-2021
RÛDAW
Wêne: John Macdeugal/AFP
Wêne: John Macdeugal/AFP
Nîşan Hilbijartinên Almanyayê Angela Merkel Olaf Scholz Armin Laschet CDU SPD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî 16 salan dê li şûna şêwermenda Almanyayê Angela Merkel keseke din posta şîwermendîyê werbigre, ku biryare 26î vê mehê hilbijartinên parlementoya Almanîya bi rêve biçin. Di rapirsiyeke rojnameya Bild a Almanî de jî nîşan dide ku Partiya Sosyal Demokrat (SPD) bi sê xalan li pêş partiya Merkel e.

26ê vê mehê hilbijartinên parlementoya Almanyayê  birêve diçin, ku di encamê de, kesekî nû ji bo posta şêwirmendiya wî welatî bê destnîşankirin û piştî 16 salan cihê Angela Merkel bigire.

Rapirsî nîşan didin ku ligel nêzîkbûna çûna Merkel, partiya wê jî piştgiriya hilbijêrên xwe jidest dide.

Rapirsiyeke rojnameya Bild a Almanî nîşan dide, ku Partiya Sosyal Demokrat bi sê xalan li pêş partiya Merkel e.

Bi wê yekê jî şansê berbijêrê Sosyal Demokratan Olaf Scholz ji bo wergirtina postê şêwirmendiya Almanyayê ji yê berbijêrê partiya Merkel Yekîtiya Demokratên Krîstiyan a Almanyayê (CDU) Armin Laschet bêhtir dibe.

Olaf Scholz dibêje dema wê yekê hatiye ku Partiya Merkel Yekîtiya Demokratên Krîstiyan a Almanyayê (CDU) piştî 16 salan bibe opozsiyon.

Berbijêrê Partiya Sosyal Demokratan Olaf Scholz got “Hejmareke gelek ji welatiyan dikarin wênaya wê yekê bikin ku dibime serokê hikûmeta bê, ango şêwirmendê bê. Bê guman baştirîn tişt dibe, ku Partiya Sosyal Demokrat encameke gelekî baş bidest bîne.”

Armin Laschet, hêvî jidest nedaye û dibîne ku di destê wî de maye dengê hejmareke bêhtir ji xelkên Almanyayê kom bike.

Berbijêrê Partiya Yekîtiya Demokratên Krîstiyan a Almanyayê Armin Laschet dibêje “Baweriya min a giştî heye ku hevpeymaniya me vê hilbijartinê bi giştî dibe. Em di kêbirkiyê de ne. Encamên wê weke her demê vekirî ne. Heta niha ji her çar dengderan, yek nizane deng bide kîjan partiyê, lewma di rojên bê de em dê di razîkirina xelkê de berdewam bin.”

Di dema 16 salên borî de, Angela Merkel bi helwesteke miyanrew, dikarîbû ne ku tenê dengên nerîtxwazan, lê belê dengên beşekî ji çepgiran jî, ji bo partiya rastgir a miyanrew kom bike.

Aniha rapirsî nîşan didin, ku piştî Angela Merkel, êdî partiya wê ne take partî ye, ku dikare hikûmetê pêk bîne.

Li gorî rapirsiya rojnameya Bild partiya Merkel  Yekîtiya Demokratên Krîstiyan 22%, Partiya Sosyal Demokrat (SPD) 25% û Partiya Kesk 15% ji dengan bidest tînin.

Li gorî vê rapirsiyê SPD 206, Tifaqa CDU/CSU 185, Partiya Keskan 140, Partiya Azad a Demokrat (FDP) û Alternatîfa ji bo Almanyayê (AfD) her yek ji wan 91 û Partiya Çep (Die Linke) 46 parlamenter ji bo parlamentoya Almanyayê Bundestagê dişînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst