Berhem Salih û Joe Biden rewşa navçe û cîhanê gotûbêj kirin

22-09-2021
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Iraqê Berhem Salih û Serokê Amerîkayê Joe Biden li New Yorkê civiyan û  peywendiyên du alî, diyaloga stratîjî û rewşa navçe û cîhanê gotûbêj kirin.

Li gorî daxuyaniyeke Serokomariya Iraqê, di çarçoveya civînên Lijneya Giştî ya Netewên Yekbûyî  li New Yorkê , Serokomarê Iraqê Berhem Salih li gel Serokê Amerîka Joe Biden civya û dawî guhertin û pêşhateyên navçe û cîhanê hate gotûbêj kirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin herdu aliyan herwiha danûstandin derbarê peywendiyên dualî yên di navbera Iraq û Amerîka, rêkarên bihêzkirina peywendiyan di warên cuda de di çarçoveya diyaloga stratejîk li ser bingeha berjewendiyên hevbeş û piştevanîkirn li rêkxistina hilbijartinên Iraqê bi awayekî dadperwerane nirxandine.

Di beşeke din a daxuyaniyê de tê gotin ku Salih û Bideb tekezî li giringiya şerê terorê li hemû navçeyê kirin.

Di civînê de, Joe Biden piştevaniya Amerîka ji bo parastina asayiş û serweriya Iraqê û rûbirûbûna terorê û bihêzkirina aboriya Iraqê nîşan da û tekezî li ser kar û hemahingiya hevbeş di çarçoveya diyaloga hevbeş de kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst