Li Kenya sûpermarkêtek rastî êrişê hat

22-09-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di encama êrişeke çekdarî de li Kenyayê, herî kêm 40 kes hatin kuştin û 150 kes jî birîndar bûn. Rêxistina bi navê El Şebab ku tê gotin girêdayî El Qaîde ye, berpirstiya êrişê girt ser xwe.

Li gorî ajansên nûçeyan, duh (21.09.2013) li paytexta Kenya Nayrobî, komek çekdar êrişî sûpermarkêta bi navê Westgate kirin.

Li gorî agahiyan, di bûyerê de herî kêm 40 kes hatin kuştin û 150 kes jî birîndar bûn. Hat gotin, hinek kes jî ji aliyê çekdaran ve hatine girtin û hewla rizgarkirina wan jî didome.

Serokomarê Kenya ragihand, hinek xizmên wî jî di bûyera han de hatine kuştin.

Rêxistina El Şebab ku tê gotin girêdayî rêxistina El Qaîde ye û navenda wê li Somalê ye, ragihand, êrişa duh a Nayrobî ji aliyê çekdarên wê ve hatiye kirin.

Li gorî agahiyên rayedarên Kenya, hejmara çekdarên ku êrişî sûpermarkêtê kirin 10 kes bûn.

Tê gotin di nav kuştî û birîndaran de kesên biyanî jî hene.

Beriya niha jî êrişên wiha li Kenya rû dane. Yek ji wan êrişan, êrişa li dijî hotêka kesekî cihû bû ku sala 1980 qewimî. Her wiha êrişa li dijî balyozxaneya Amerîka li Nayrobî bû ku sala 1998 rû da û di encamê de 223 kes hatin kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst